Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Bi rihê qehremantiya Şexmeqsûd û Eşrefiyê em ê azadiya gelan misoger bikin”

18/01/2026
in NÛÇE
A A
“Bi rihê qehremantiya Şexmeqsûd û Eşrefiyê em ê azadiya gelan misoger bikin”
Share on FacebookShare on Twitter

 Dîlan Mulhim\Qamişlo

Bi durişmeya “Bi rihê qehremantiya Şexmeqsûd û Eşrefiyê em ê azadiya gelan misoger bikin.” Insiyatîfa Gel bi hemangiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo, ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyê meşeke girseyî li ser asta bajar Qamişlo li dar xist.

Ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyê, Insyatîfa Gel bi hemangiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo meşek girseyî bi durşmeya “Bi rihê qehremantiya Şexmeqsûd û Eşrefiyê em ê azadiya gelan misoger bikin.”li ser asta bajarê Qamişlo li dar xist. Bi beşdariya bi hezaran welatî meş ji çerxeriya Enteriyê ya bajarê Qamişlo dest pê kir û heta çêrexeriya Efrînê dewam kir û li wir meş veguherî mîtîng. Di meşê de wêneyên Şehîd Ziyad Heleb, alên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin hildan.

Di destpêka mitîngê de deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lewend Mihmed axivî û  wiha got: “ Ev êrişên ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyê li dijî me pêk tîne, em wan vala derxînin. Hêzên me bi çekên xwe yên sivik li hemberî tang û topên çeteyên hikumeta demkî sekinîn û berxwedaniyeke dîrokî dan meşandin. Em jî weke Hêzên Ewlekariya Hundirînin ê Qamişlo dibêjin ku em ji her êrîşekê re amade ne, çawa ku hêzên Ewlekariyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkoşîneke bê hempa dan meşandin, em jî bi vî rengî berxwedaniyê berdewam bikin. Em ê her dem parastina ax û gelê xwe bikin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li dijî dijimin berxwedaniyê bidin meşandin.”

Piştre li ser navê Insiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo Şêro Şero axivî û wiha got: “Di serî de em bejina xwe li hember

tevahî şehîdên şoreşê ditewînin. Niha divê demê de, hêzên me li pêş çavên cîhanê destanên dîrokî dinivîsin. Rûmeta şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne rûmeta Rojava tenê ye, lê belê rûmeta her çar parçeyê Kurdistanê ye. Herwiha pêwîst e gelê me divî aliyê de baş hişyar be, berxwedaniya ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiya hate meşandin, berxwedaniyeke dîrokî bû. Lê belê çawa ku gel û hêzên me li hemberî du dewletan şer kirin û berxwedanî dan meşandin. Di heman demê de, me serkeftinên herî mezin li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bidest xistin. Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyê dema ku hevalên me xwe kom dikirin ku xwe ji Dêrhafirê vekişînin bi rengekî îxanetê êrişî bajar, gund û gel kirin. Niha divê demê de, seferberî hatiyê ragihandin ji ber vê yekê pêwîst e ku gelê me cihê xwe di nav de bigire.”

Mitîng bi siloganên bijî berxwedana QSD’ê û Berxwedan jiyan e bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.