Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo rewşa dawî û êrişên ku çeteyên girêdayê dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, ji bo piştgiriya hêzên QSD’ê meşek li darxistin.
Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo rewşa dawî û êrişên ku çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta demkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, ji bo piştgiriya hêzên QSD’ê meşek li darxistin. Di meşê de hemû şêniyên bajêr û gundewarên wê soza piştgirî û berxwedanê dan.
Meş ji qada azadî bi siloganên ‘QSD’ê Rûmeta me ye, Bijî berxwedana gelê kurd’ dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîng.

Di destpêka meşê de hemû hazir xuleyêk pêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Rêxistina bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî û wiha got: “Em êrişên hovane yên ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên şermezar dikin, ev êrişên ku rûdidin yekser bi destê dewleta Tirke. Ji bo têkçûyîna pirojeya aştî û sîstema Rêveberiya Xweser êrişan û tevlîheviyê çêdikin, bi berdewamiya van êrişan re jî dewletên navneteweyî xwe bêdeng dikin. Di heman demê ragihandina dewletên xelîc reşkirinê dike, destê wê ragihandinê jî di van êriş û qirkirina li ser gelê me pêk tê heye. Em bang li hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê dikin da ku bi yek dengî em biryara berxwedanê bidin ji ber ku ji xeta berxwedanê pêve tu xet li pêşiya me neman. Pêwîste em bi axaftin û reşkirina derdorê newin xapandin û divê gelê kurd ji dîrokê re isbat bike ku bi lehengî liberxwedan û bi serketin. Em hemû ji bo seferberiya ku Rêveberiya Xweser ragihandî amade ne, hebûna me di vê qonaxê de ye lewma divê em hemû xwedî li hebûna xwe derkevin.”

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê Kongra Star Wefa Elî axivî û wiha got: “Her gaveke ku em tavêjin dibe hêz ji bo şervanên me, em di welatekî de jiyan dikin ku li seranserî wê êrişa li ser me pêk tînin. Xwedî derketina li şervanan û destkeftiyên şoreşê erkê hemû gelê berxwedêre. Ji niha û heya ku azadiya vî gelî misoger bibe em ê li ser piyan bin, ji ber ku em gelekî ku riya azadiyê ji xwe re hilbijartiye yan mirineke bi azad yan jiyaneke azad. Em ji hemû hêzên xwe yên di çeperên şer de dibêjin em li pişta we ne.”
Meş bi siloganên ‘Berxwedan jiyane’ bidawî bû.






