Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şehîd Menîca Heyder bû sembola jina têkoşer’

18/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Şehîd Menîca Heyder bû sembola jina têkoşer’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di 18 ’ê Çileya sala 2025’an de dema ku gel li bendava Tişrînê nobeta berxwedanê digirtin, dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî wan kir û  di encamê de dayika Menîce tevî 5 welatiyan şehîd bû.

Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di Çileyê sala 2025’an de ji piştgirtiya Şervanên QSD’ê û YPJ’ê berê xwe didan bendava Tişrînê. Di wê demê de, dema ku gel nobet digirtin dewleta Tirk a dagirker êrişî gelên sivîl kir û di encamê de şeş welatî şehîd bûn û 21 birîdar bûn.

Di derbarê salvegera şehadeta Menîca Heyder de rêhevala wê Rodîn Îsa ji Rojameya me re axivî.

‘Şehîd Menîce Heyder di xebatên xwe de serkeftî bû’

Rodîn Îsa anî ziman ku Heval Menîca di xebatên xwe de kesek dirust û fedekar bû ûwiha pê de çû: “Heval Menîce Heyder demeke dirêj têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa da meşandin û li gel karê xwe yê malê kar û xebatên civakê jî dida meşandin. Herwiha di karê xwe de ew keseke jîr û jêhatî bû, heval û dostên wê jê razîbûn. Di heman demê de heval Menîca di gelek misyonan de cihê xwe girt, cihê xwe di qada civakî de Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ ê de girtibû. Dema ku derbasî kar û xebatên PYD’ê bû, cihê xwe di rêveberiya hevbeş a bajarê Qamişlo ya partiyê de girt û demekê di Kongra Star de jî kar kir.

‘Heval Menîca dayîkeke berxwedêr bû’

Rodîn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heval Menîca dayîkeke berxwedêr bû û bi şehadeta xwe destan nivîsandin. Li ser bingeha berxwedaniya wê niha hêzên me yên leşkerî di çepelên şer de berxwedaniyê didin meşandin. Herwiha min û heval Menîce di nava kar de hevdu naskir, wê demê girêdaneke me ya mezin çêbû. Ew bi rêxixstin kar dikir û di aliyê siyasî de xebat didan meşandin. Lê belê heval Menîce ji dil û can xebatên xwe didan meşandin. Dema ku çi çalakî di hatin lidarxistin, wê pêşengî dikir. Hedef û Armanca Heval Menîce ku Rêber Apo, Welatekî azad û serbixwe bibînê, her dem wê di got ku şoreş parçek ji me ye û pêwîst e ku em şoreşê ava bikin.

Heval Menîce pêşengtiya jinê dikir û alîkariya hevalên xwe dikir, herwiha her tim bi min re alîkar bû ku di karê xwe de serkeftî bim. Lê belê wê her dem bawerî dida hevalên xwe û di got ku serkeftina hevalên min serkeftina min e.”

 ‘Em ê heta dawiyê li ser xeta Heval Menîce berxwedaniyê berdewam bikin’

Rêhevala Şehîd Menîce Heyder Rodîn Îsa axaftina xwe wiha bidawî kir: “Heval Menîce her dem digot heta ku em bigihêjin azadiya xwe, pêwîst e jin têkoşîn û berxwedaniyê bike û tu carî bê hêvî nemîne. Şehadeta heval Menîce bandoreke mezin li pskolojiya me kir, lê Şehîd Menîce sembola jina azad e û heta dawiyê wê di dilê me de bimîne . Di hema demê de, em ê heta dawiyê li ser xeta heval Menîce kar û berxwedaniyê berdewam bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.