Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî wê berxwedanî bidome ’

18/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî wê berxwedanî bidome ’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/Qamişlo

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de, bi berxwedanî û vîneke xort têkoşîna xwe bidomînin, li hemberî her cure êrîşan emê li ber xwe bidin û parastina axa xwe bikin.  

Ji destpêka şoreşê ve heya niha kurd di gelek şeran, qirkirin û koçberiyê de derbas bûn. Ev şerên ku kurd tê re derbas dibin şerekî dijmirovî ye ku bi hezaran têne kuştin. Herwiha ji ber evqas şeran gelê kurd tucarî xwe radest nekirin û her tim li ber xwe dan. Di heman demê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû şeran de bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî li ber xwe dan û her tim diçûn ji bo piştgiriya şervanên xwe bikin. Şerê Gelê Şoreşgerî li cem kurdan bû hêzek ji bo parastina herêma xwe û herwiha ji bo piştgiriya şervanên xwe.

Di derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî de Rêveberiya herêma Firatê Zûleyîxa Elî û Hevseroka meclisa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ji Rojnameya me re axivîn.

‘Li ser destkeftiyên gelê Rojava êrîşekî gelekî dijwar pêşdikevê’

Zûleyxa Elî diyar kir; “ Di  dema niha de li ser destkeftiyên gelê rojava êrîşekî gelekî dijwar pêşdikevê, bi pêşengtiya  dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê û bi hevkariya Hikumeta Demkî  li pêş çavê dunyayê tevahî û hêzen navnetewî êrîş didomin. Di van rojên borî de şerekî pir dijwar li beramberî gelê me hat meşandin. Di dema niha de ji her wextê zêdetir pêwîste bi rêxistinkirina Şerê Gelê Şoreşgerî heye. Şerê Gelê Şoreşgerî divê di civakê de ji heft salî heta heftê salî bi rexistin bikin. Mînakên herî mezin di her du taxên mede pir pêş ket yekbûna civakê bi şervanê xwe re hişt ku ev berxwedaniya pir dijwar li hember dijminê hovane pêş bikevê ji ber ku gel soza berxedanê da û radestbûn qebul nekir ji ber ku îrade û daxwaza azadiyê di Şerê Gelê Şoreşgerî de mînakên herî mezin bû.”

‘Pêwîste gelê me li hemberî şerê taybet hişiyar be’

Zuleyxa da zanîn ku li hemberî şerê taybet û piskolojîk tê meşandin gel hişyar be û wiha bilêv kir: “Eger gel dev ji şervanê xwe berdaba berxwedan ewqas mezin nedibû. Tiştê ku pêwîst dike di Şerê Gelê Şoreşgerî de gel amadebekin û herwiha alîkerîya şervanê xwe bikin da ku ev şer bi ser bikeve. Di dilê çavkanîyan de her kes dikarê sîlah rakê û tevlî cebhê şer bibin herwiha amedekirina cebilxanê amûrê lojîstîkê de û di heman demê de jî nobeta xwe girtin de ku bi taybet vê dema niha de şerekî pir dijwar ji hêla piskilojî li ser gel tê meşandin. Dixwazin gel û tevgerê ji hev veqetînê pêwîst dikê gel li hember van hişyar bikin ku neyê van lîstoka bi dehan zêdetir bi her awayî piştgirîya rêxistina xwe bikin.”

Rihê Şerê Gelê Şoreşgerî yên gelê Kurd li Helebê

Zûleyîxa Elî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rihê Şerê Gelê Şoreşgerî yên gelê Kurd li Helebê û wiha got: “Bi taybet di Helêbê de Şerê Gelê Şoreşgerî de ev 15’ sal gel şerekî şoreşgerî dide meşandin û ji bo me bû mînaka herî mezin ya gelê ku soza xwe bi axa xwere û şervanê xwe re dayî tu carî bin nakeve. Herwiha heta dawî gel berxwedan ruxmî dorpêçkirina bi her awayî jiyan kirin, pêdiviyên jiyanê yên herî bingehîn ku dest ji axa xwe bernedan qeyîbên pir giran û mezin dan heta zarokên Şêxmeqsûd di Şerê Gelê Şoreşgerî de berxwedanîyeke mezin kirin. Di serîde di kesayeta Ş.Ziyad û rêhevalên wî hemû şehîdên azadîyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî me dest pê kir û bi Şerê Gelê Şoreşgerî em ê bi ser bikevin.”

‘Ev qonaxa ku em têre derbas dibin qonaxeke zehmete ji gel re’

Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed da xuyakirin ku qonaxa niha em tê re derbas dibin qonaxeke zehmete ji bo gel û wiha got: “Di vê qonaxên ku em têre derbas dibin rastiya gelê me tê de derdikeve pêş ji ber vê yekê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wek malbatên şehîdan û herwiha wek malbatên welatparêzan û kesê ku dilê wî ji bo aştiyê û demoqrasiyê lê didê ku  îsal ev 14’ salê me em dinava şoreşeke zehmet de derbas dibin. Em hemû derzên xwe û perwerdeyên xwe li ser rastiya Şerê Gelê Şorşgerî didin. Di xewin û xeyala gel ku çawa bi hêza xwe re bûne yek û di heman demê de jî rastiya Gelê Şoreşgerî dan pêş heya ku gihan azadiya xwe.”

‘Bi Rastiya Gelê Şoreşgerî em li gel hêza xwe ne’

Hêvî axaftina xwe wiha bidawî kir  “Ji bo qonaxa ku niha em tê re derbas dibin, dem dema rastiya Gelê Şoreşgere ku em rastiya Gelê Şoreşgere derxînin pêş. Ji xwe ev Şerê Gelê Şoreşgerî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de şoreşgeriya xwe dane xuyanîkirin. Di heman demê de gel çi ji aliyê leşkerî de û çi jî ji aliyê çûyîna bendava tişrînê herwiha çi jî di kampaniyayê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ku çawa gel ketin otombêlan û berê xwe dan taxan da ku li gel şervanên xwe bisekinin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.