Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiya xwepêşandanên gel û grava birçîbûnê; Bi îradeya gel didome

18/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Çalakiya xwepêşandanên gel û grava birçîbûnê; Bi îradeya gel didome
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Hesekê

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li qada bûn, piştgiriya gel dikirin û şermezarkirina xwe ji komkujiyên hikumeta demkî re raber dikirin. Li Hesekê ji bo hesabkirina sûcdarên pêkanînên komkujiyan konê xwepêşandanê û grava birçîbûnê hatiye vekirin.

Çalakiya kon û greva birçîbûnê ku di 14’ê heyvê de ji aliyê gelê kantona Cizîrê li ber baregeha koalîsyona navneteweyî li Qesrekê li gundewarê Til Beyderê, bakurê bajarê Hesekê, berdewam dike. Bi dehan welatiyan kantona Cizîrê li ber baregeha koalîsyona navneteweyî li Qesrekê, li gundewarê Til Beyderê, bakurê bajarê Hesekê rojane kom dibin û helwestên xwe raber dikin

Hejmarek ji xwepêşanderên di bin konê xwepêşandanê de greva birçîbûnê ragihandin heta ku daxwazên wan werin bicîhanîn û êrişên li ser deverên wan werin rawestandin.  Her wiha ew bawer dikin ku qonaxa niha de pêdivî bi zêdekirina têkoşînê heye da ku ev rawestandina lehiya xwînê ya ku panzdeh sal in li welatê wan diherike, û her wiha ji bo gihîştina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî ku hemî gelên lê dijîn li ser bingeha wekheviyê hembêz bike, û ji bo bidawîkirina serdema înkar û dûrxistinê ya ku rejîma Esed ji bo xurtkirina wê xebitiye.

Di vê derbarê de hemwelatiyê bi navê Mihemed Ebdullah ku ji pêkhateya Ereb e û ji koçberên Serê Kaniyê ye, herwiha bi hemwelatiya bi navê Cemîle Xidir ku ew jî ji koçberên Serê Kaniyê ye ku her du jî beşdarvanên di konî xwepêşandanê ne ji Rojnameya me re axivîn.

Mihemed Ebdullah wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êriş û komkujî li dijî herêmên me hîn jî berdewam dikin ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve, yên ku îdia dikin ku bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve girêdayî ne, li dijî me têne kirin. Ne veşartî ye ku ev hemû êriş û komkujî bi erêkirina rasterast a dewleta dagirker a Tirkiyê têne kirin. ev yek bi armanca ku îradeya gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne û destkeftiyên ku vî gelî bi dest xistiye ji holê rake.”

Mihemed wiha lê zêde kir û got: “Dibe ku ev komkujî ne cara yekê ye ku tê kirin, nemaze ji ber ku ew ji dewleta dagirker a Tirkiyê, dijminê sereke yê gelên herêmê, tên. Lê tiştê ku mirov matmayî dimîne ew e bêdengiya navneteweyî ya li hember van komkujiyên li dijî me hatine kirin. Bi taybetî bêdengiya Koalîsyona navneteweyî, ku her tim îdia kiriye ku di şerê li dijî terorîzmê de şirîkê me ye. Îro, em dibînin ku çawa welatên endamên wê li hember hemû komkujî û binpêkirinên ku em rastî wan tên bêdeng dimînin. Ev bêdengî îspat dike ku ew jî şirîkên van sûcan in û bi vî awayî derewiyên îdiayên wan ên derbarê şerê li dijî terorîzmê de eşkere dibe.”

Welatiyê bi navê Mihemed Ebdullah wiha gotina xwe qedand: “Ev konê ku em li binê wê çalakiya rûniştinê li dar dixin ne tedbîrek demkî ye, lê belê cûreyeke ji çalakiya domdar e ji bo daxwaza bidawîanîna binpêkirinên li dijî me têne kirin, herwiha rizgarkirina xakêm meyî dagirkirî û vegera me ya ewle bo bajar û malên me. Wekî din, hilbijartina vê cihê ji bo xwepêşandanê li ber baregeheke leşkerî ya girêdayî koalîsyona navneteweyî armanc ew bû ku daxwazên me ji kesên di hundirê baregehê de re ragihînin, ku ji hêla xwe ve dê van daxwazan ji serokatiya welatên xwe re ragihînin ji bo ku zextê li raya giştî ya navneteweyî bikin da ku li dijî van çeteyan û piştgirên wan rawestin.”

Trajediyeke dubare, heman qurbanî

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Cemîla Xadir, koçbera ji bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ye û di konêrûniştinê de beşdarbûye, wiha anî ziman: “Şeş sal piştî dagirkirina bajarê me yê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, îro em şahidê dubarebûna komkujiyan dibin ku ji aliyê heman çeteyan ve û li dijî heman gelî ve, têne kirin. Binpêkirinên ku îro li dijî gelên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ya li Şamê ve, ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên, heman binpêkirinên ku berê li dijî me li Serêkaniyê, Girê Spî , Efrîn û deverên din ên dagirkirî, pêk hat.”

Cemîla Xadir wiha domand: “Hedefgirtina van bajaran û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên wan ne tesaduf e, lê belê planeke sîstematîk e ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye çêkirin da ku ewlehî û aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Wekî din, hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku hebûna gelê Kurd ê ku bi hezaran salan li ser axa xwe ya dîrokî dijî, bi dawî bike. Ji ber vê yekê, ev trajediya dubare ten; qurbaniyek heye ew e jî gelê Kurd e, ku evîna xwe ya ji bo aştiyê û redkirina her cûreyên planên kolonyalîst ji tevahiya cîhanê re îspat kiriye.”

Cemîla Xidir wiha axaftinên xwe qedand: “Civaka navneteweyî, ku îro bêdeng e, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, divê fêm bikin ku hebûna me wekî gel ne girêdayî ajand û berjewendiyên wan e. Berevajî vê, hebûna me li ser axa me ji îrade û berxwedana me ya bêdawî tê, ku tu carî nayê şikandin û bi her êrişeke nû xurttir dibe. Ger ev welat bawer dikin ku ew dikarin berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna me misoger bikin, divê ew fêm bikin ku em ê ji bo wan nebin pirek ku ji bo pêkanîna van êrişan derbas bibin. Di şûna wê de, em ê li dijî hemî planên wan ên kolonyal, ku ew dixwazin li ser hesabê rûmet û mafên me ferz bikin, bisekinin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.