Ayşa Silêman/ Dêrik
Yadê Şêrîn wek dayika aştiyê dihat naskirin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwedî rol û sekneke bi wate bû, hemû jiyana xwe di xizmeta rêxistinê de derbas kir û heya nefesa xwe ya dawî li ser fikirê Rêber Apo bû.
Kurtejiyana Yadê Şêrîn

Şêrîn Omer di sala 1957’an de li bajarê Dêrikê jidayîk bûye û li wir mezin bûye, ew û xwîşk û birayên xwe di nav xiristiyaniyan de jiyana xwe qedandine. Yadê Şêrîn ji zarokatiyê ve dihat naskirin bi jîr û zane bûnê, berê xwe dida kur xwedî qedir û qîmet bû, hertim hebûna xwe çêdikir. Ew ji piçûkaniya xwe ve degel bû ji tu kesî neditirsa piştgiriya hemû xwîşk û birayên xwe dikir. Piştî zewicî li gundê Qidêrîkê bicîh bû û li wir gelek astengî dikşandin tevî wilo jî îradeya wê xurt bû, tu carî westandin li cem wê nebû. Piştî demekî careke din berê xwe dan bajarê Dêrikê û li wir bicih bûn. Di sala 1980’î de ji nû ve Partiya Karkerên Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û fikrê Rêber Apo belav bû. Yê yekem ji malbata yadê Şêrîn Şehîd ket Şehîd Ceger Sêfo bû ji gundê Tilxenzîr, şehadeta wî bandoreke mezin li yadê Şêrîn kir û girêdana wê ya xurt çêbû bi Rêber Apo re. Fikrê yadê Şêrîn vekirî bû yekser rêxistin qebûl kir û biryar da li pişta wê bê. Hevjînê yadê Şêrîn partiya Paşverû bû lewma gelek nakokî di navbera wê û hevjînê wê de derdiketin, lê bi israra wê û keda ku dikir hevjînê wê jî hat ser xeta wê.
Welatparêzî di nav xweîna Yadê Şêrîn de bû
Yadê Şêrîn deriyê mala wê hertim ji rêxistinê re vekirîbû û destek dida wan, gelek civîn û niqaş di mala wê de dihatin çêkirin. Yadê Şêrîn xwedî bandor bû herkesî jê hez dikir û baweriya wan pê dihat, ew gelekî zane bû li kur axivîban herkesî lê guhdar dikir. Pirî caran rêjîma Baas di ser mala wê de digirtin lê tu belge nediketin nav destê wan de. Pirî caran bi çiwalan çek hildigirt ser milê xwe û nîvê şevê di nav goristananê de vedişart da ku nekeve nav destê rêjîmê de. Piraniya kesên derdora wê bi riya wê tevlî xebatên Partiyê bûn ji ber ku ew xwedî bandor bû, ew wek dîroka rêxistinê dihat naskirin. Wê cihê xwe jî di gelek cihan de girtiye, dema Şoreşa Rojava destpêkir yadê Şêrîn hertim li ser sînorê Bakurê Kurdistanê xebatên qûriyetiyê dikir. Hertim bar digirt ser milê xwe û xwe dida pêş, di heman demê de ew bû dayîka aşitiyê û li herçar parçeyên Kurdistanê geriya heye Ewropa.
Yadê Şêrîn di sala 2003’an de yekem jina ku ket zindana rêjîma Baas de, 4 meh û 10 rojan di zindanê de ma tevî işkenceya ku li ser dihat kirin jî lê rêjîmê tu agahî ji devê wê negirtin. Herkesî digot ku piştî vê zindanê yadê Şêrîn tucarî sax dernakevê, lê wê baweriya xwe bi Rêber Apo anîbû û careke din xwe li ser piyan girt. Tişta herî zêde hêlişt Yadê Şêrîn bi vê xetê ve girêdayî bê fikrê Rêber Apo bû, wê hertim digot ma dem Rêber Apo ji bo jinan evqas têkoşînê dike û wê şoreşekî li darbixe, erkê me ye jî em destek bidin vê şoreşê û li ber xwe bidin heya ku jin bighêje azadiya xwe.
Yadê Şêrîn mînaka jina azad bû
Dema kurên yadê Şêrîn Isam û Ferhad şehîd ketin rewşa wê ya tenduristî nebaş bû herkesî hêviyên xwe jê qut kirin, lê wê bi hêz û îradeyeke xurttir xwe li ser piyan girt, ji derdorê re digot piştî min kezeba xwe da divê ez karê xwe zêdettir xurt bikim. Tevî wilo jî şehadeta wan birînek di canê wê de çêkir, lê mixabin hêdî hêdî nexweşiyê ew da erdê tevî ku li berxwedida jî lê êşa wê giran bû. Di 9’ê îlona sala 2025’an de çû ser dilovaniya xwedê lê li şûn xwe şopek dagirtî ked, welatparêzî û berxwedanî hêlişt. Koçkirina wê bandor li seranserî cîhanê kir ji ber ku ew mînaka îrade û sekna jina azad bû. Tevî wilo jî lê şûna wê li her derî zindiye ew rihê wê di her zasiyekî de cihê xwe digre.






