Esma Mistefa
Bazirganiya mirovan yek ji sûcên rêxistinkirî yên herî giran e li cîhanê. Tevî hewldanên navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan, ev sûc hîn jî yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran û berbelav li cîhanê ye, ji ber ku torên rêxistinkirî salan e bi mîlyonan mirovan îstîsmar dikin, ji feqîrî, pevçûnên çekdarî û qanûnên qels sûd werdigirin da ku mirovan veguherînin kelûpelên kirîn û firotinê.
Bazirganiya bi mirovan çi ye?
Bazirganiya mirovan wekî girtin, veguhestin, veşartin an wergirtina mirovan bi karanîna rêbazên neqanûnî tê pênasekirin. Wekî gef, tundûtûjî, xapandin, an jî bikaranîna rewşek lawaziyê, bi armanca bikaranîna wan. Ev kiryar wekî rengekî koletiya modern tê hesibandin ku xwe di bin navên cûda de vedişêre.
Awayên istismarê
Bazirganiya mirovan gelek şêweyan digire, bi taybetî îstîsmara cinsî, keda bi darê zorê, lavakirina zarokan, tevlîkirina zarokên temenbiçûk di şerên çekdarî de, bazirganiya organên mirovan û zewaca bi darê zorê. Hêjayî gotinê ye ku di vî sûcê de qurbanên herî bêparastin jin û zarok in.
Faktorên herî zêde tên bandorkirin
Raportên mafên mirovan destnîşan dikin ku penaber û kesên ku di hundirê welêt de ji cih û warên xwe bûne, xizan û bêkar di nav komên hedef ên sereke de ne. Nebûna parastina yasayî û nebûna derfetên jiyaneke baş wan dike nêçîreke hêsan ji bo torên bazirganiya mirovan.
Ev sûc bi gelemperî bi awayekî takekesî nayê kirin, lê ji hêla torên sûcên rêxistinkirî tê kirin û di gelek welatan de dewlet dibe alîkarê pêkanîna van sûcan!
Hin sedemên derketina bazirganiya bi mirovan
Xizanî deriyê îstismarkirinê ye: Xizanî û bêkarî sedemên sereke yên bazirganiya mirovan in. Di civakên ku ji hilweşîna aborî û kêmbûna derfetên kar dikişînin de, kes, bi taybetî jin û zarok, dibin hedefên herî hêsan ji van koman re. Ew ji aliyên van koman ve bi sozên derew yên weke avakirina derfetên kar ango koçberiyê tên xapandin.
Şer, koçberî û rewşa aborî zemînek berhemdar ji bo bazirganiya mirovan e: Şer û pevçûnên çekdarî roleke xeternak di xirabtirkirina vê diyardeyê de dilîzin, ji erk u ew dibin sedema koçberiya girseyî, hilweşîna civakî û hilweşîna pergala parastina yasayî. Di vê kaosê de, jin rastî îstîsmara cinsî tên, zarok neçarî karê bi darê zorê an jî karkirinê tên kirin, û penaber di torên qaçaxçîtiyê û koletiya modern de têne îstîsmarkirin.
Rewşa aborî û siyasî ya xirab dibe sedema koçberiya bi awayekî neqanûnî ya bi hezaran kesan ku ew dibin qurbanên qaçaxçiyan. Ew pir caran neçar dimînin ku ji bo vegerandina “deynên koçberiyê” bixebitin, di şert û mercên zorê de ku bi îstîsmar an tundûtûjiyê diqedin, bêyî ti parastina qanûnî.
Lawazbûna û nepêkanîna zagonan: Li gelek welatan, tevî hebûna qanûnên ku bazirganiya mirovan sûcdar dikin, lê sepandina qanûnê ya qels û gendeliya îdarî dibin sedema bêcezatiyê ji bo kesên têkildar. Ev rastî hestek ewlehiyê dide çeteyên sûcdar û sûc vediguherîne çalakiyek qezenckar û kêm rîsk.
Pêkanîna van sûcan li ser jin û zarokan
Jin û zarok dibin qurbaniyên sûcên bêdeng. Jin piraniya qurbaniyên bazirganiya mirovan pêk tînin. Bi taybetî di warên cinsî, karkirina bi darê zorê û zewaca bi darê zorê de. Sûc pir caran bi sozên derewîn ên derfetên kar an jiyaneke çêtir dest pê dike, lê bi windakirina azadî û rûmetê bi dawî dibe, û qurbanî dikevin nav lepên torên sûc ên ku tundûtûjî û gefan bikar tînin da ku rê li ber revîna wan bigirin.
Li deverên şer, êşa jinan girantir dibe, ji ber ku koçberî, xizanî û nebûna parastina qanûnî di nav bêdengiya civakî û tirsa ji şermezarkirinê de wan vediguhezîne kelûpelên kirîn û firotinê.
Her wiha zarok di vî sûcî de yên herî bêparastin in. Ew bi zorê tên xebitandin, parsekiya rêxistinkirî, îstismara cinsî, an jî di şerên çekdarî de tên tevlîkirin. Di hin rewşên şok de, ew heta rastî bazirganiya organan jî tên. Şer, windakirina debara jiyanê, xizaniya zêde û nebûna perwerdeyê faktorên sereke ne ku zarokan dikin nêçîra hêsan a çeteyên bazirganiya mirovan, yên ku bêgunehiya wan û pêdiviya wan a ji bo jiyanê îstismar dikin.
Hewldanên navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeyê
Li ser asta navneteweyî, peymanên Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî Protokola Palermo ya NY, bazirganiya mirovan wekî sûc dibînin. Ev yek dewletan mecbûr dike ku van kiryaran sûcî bikin û qurbaniyan biparêzin. Her çendî li gelek welatan qanûnên taybetî ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan derxistine jî, bicîhanîna wan hîn jî dijwariyeke.
Bazirganiya mirovan sûcekî bêdeng e ku bi dizî tê kirin, lê bandorên wê li ser kesan û civakan wêranker in. Têkoşîna li dijî wê hevkariyeke navneteweyî ya rastîn, qanûnên hişktir, hişyarkirina raya giştî û parastina komên herî lawaz hewce dike, da ku rûmeta mirovan û mafê azadî û jiyaneke ewle were misogerkirin.
Protokola navneteweyî
Protokola Pêşîlêgirtin, Tepeserkirin û Cezakirina Bazirganiya Mirovan, Bi Taybetî Jin û Zarokan, ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Sûcên Rêxistinkirî yên Navneteweyî temam dike, ji 20 madeyan pêk tê.
Rêxistina Polîsên Sûc ên Navneteweyî (interpol)
Operasyona Global Chain (1-6’ê Hezîrana 2025’an) de ji bo bazirganiya mirovan destpê kiribû. Di operasyoneke mezin a dijî bazirganiya mirovan de 1,194 qurbanî hatine destnîşankirin û 158 gumanbar hatine girtin. Lêpirsînên berdewam 205 kesên din jî ku guman tê kirin ku tevlî bazirganiya mirovan bûne, derxistine holê.
Kampanyaya cîhanî li ser têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan ji bo îstîsmara cinsî, karkirina bi darê zorê û parsektiyê, bi taybetî bal kişand ser qurbaniyên temenbiçûk. Nêzîkî 15 hezar efserên polîs, cerdevanên sînor, mufetîşên kedê û karmendên bac û gumrikê ji 43 welatên cuda tê de beşdar bûn.
Welatên ku herî zêde tê de bazirganiya mirovan tê kirin
Asyaya Başûr: Hindistan, Bangladeş, Nêpal û Pakistan di nav welatên pêşeng ên ku qurbaniyan îxrac dikin de ne ku jin û zarok di karên bi zorê, fihûş, parsektiya rêxistinkirî û firotina zarokan di bin navê xwedîkirin an zewacê de têne îstismarkirin.
Afrîka: Li welatên wekî Nîjerya, Etiyopya, Sûdan, Lîbya û Komara Demokratîk a Kongoyê, ev diyarde ji ber pevçûnên çekdarî û hilweşîna aborî girantir dibe. Zarok di karên xeternak de têne bikar anîn an jî bi zorê têne girtin, di heman demê de jin bi rêya torên koçberiya neqanûnî têne firotin.
Rojhilata Navîn: Lîbya, Yemen, Sûriye û Iraq navendên çalak ên bazirganiya mirovan in, bi taybetî di çarçoveya pevçûnên berdewam de. Penaber û kesên ku ji welatê xwe hatine derxistin ji bo karê bi darê zorê an jî fihûşê têne îstismarkirin, di heman demê de jin ji ber nebûna parastina qanûnî rastî îşkenceyên giran tên.
Ewropaya Rojhilat: Welatên wekî Ukrayna, Moldova, Romanya û Bulgaristan di bazirganiya jinan bo Ewropaya Rojava de gelek çalakin, li wir ew rastî îstismara cinsî tên an jî neçarî çalakiyên neqanûnî dibin.
Amerîkaya Latîn: Li Venezuela, Kolombiya û Meksîkayê, krîzên aborî û sûcên rêxistinkirî torên bazirganiya mirovan xurt dikin, nemaze bi zêdebûna koçberiya bi darê zorê ber bi Dewletên Yekbûyî ve.
Di dawiyê de…Kêmkirina bazirganiya mirovan ji qanûnên yasayî bêtir hewce dike; ew pêdivî bi çareserkirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkê, di serî de xizanî, pevçûn û parastina komên lawaz, digel hevkariyek navneteweyî ya rastîn ji bo şopandina torên sûc û rizgarkirina qurbaniyan heye.
Hikumet berpirsiyariya sereke di sînordarkirina vî sûcî de hildigirin ser xwe, bi derxistina qanûnên hişk ku hemû cûreyên bazirganiya mirovan bê îstîsna sûcdar dike, divê dest pê bike. helbet ev yek divê bi garantiya ku ji aliyên siyasî û civakî dur be. Her wiha perwerdekirina dezgehên bicîhanîna qanûnê, di nav de polîs, dadwer û dozger, gaveke girîng e di eşkerekirina van sûcan û muamelekirina qurbaniyan wek qurbanî, ne wek sûcdar.
Têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan ne tenê berpirsiyariya hikumetan e; civak di şerê dijî wê de roleke girîng dilîze. Zêdekirina hişmendiya raya giştî li ser xetereyên vê sûc û rêbazên ku ji bo xapandina qurbaniyan têne bikar anîn, bi taybetî bi rêya medyayê û saziyên perwerdehiyê, dibe alîkar ku pêşî li wê were girtin.






