Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên hegemon û Rojhilata Navîn

17/01/2026
in NÛÇE
A A
Hêzên hegemon û Rojhilata Navîn
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Li Rojhilata Navîn hêzên hegemonîk yên cîhanî û herêmî ji bo parastina berjewendiyên xwe planên xwe yê stratejîk dewam dikin. Li ser rijandina xwîna gelan polîtîkayên xwe didin meşandin û nirxê mirovahiyê bin pê dikin.

Jêderka mirovahiyê Rojhilata Navîn, wek tê zanîn ku herdem bûye navenda hêzên herêmî û kadî. Ev der ji ber hevbirîn a ol, nîjad, kom û çanda ye her dem bûye cihê şer û dijberî yê. Ev der li dû şerê împeryal şerê cîhanê yekem de bi têk çûyîna qayserîyan Romê bi dest dewletên împeryal hatin parvekirin û sînor li gorî berjewendiyên xwe danîn. Bi gelemperî sînorên em tê de dijîn hatine avakirin. Lê bi taybetî bi lihevkirina Lozan û Sykes-Pîcot ê ev herêm hate tevlîhevkirin û bingeha şerên bê dawî hatê avakirin.

Hegemonên kadî( DYA, Rûsya, Çîn) ê heremî (Tirkiyê, Îsraîl, Îran) di heman demê de çi stratejiya pêk tîne û bandora stratejîyên wa li ser pirsgirêka Kurdan çi ne? Ji bilî vê yekê ev şerên hegemonî li rojhilatê navîn wê çi pêşerojê û çi rêçê veke?

Şerê cîhanê yê 2`emîn de   

Bi destpêkirina şerên 2`emîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn gelek dewletên mêtîngehî serbixwe bû. Di dema şerê sar de ev dewlet di bin bandora her dû dewletên hegemonî de mane. Lewma hegemonî yên herêmî wek Îran, Îsraîl, Tirkiyê, Erebîstana Seûdî projeyên xwe hemû li gor van hegemonên mezintir diafirand û amadekariyên wana dikir.

Di sedsala 21`an de bandora hêzên herêmî û kadî li Rojhilata Navîn  perisî ye. Di salan 2011`an de bi destpêkirina “Biharan Erebî” rejîmên otorîter têk çûn. Li Lîbya, Sûrîyê û Yemen ê şerên navxweyî destpêkir. Bi mezinbûna vî şerî hemû hezên kadî wek gurê har êrişên herêmê kir. Bi taybetî şerên Sûriyê di vê mînakê de ji ber ku hebûna hemû hêzên kadî û herêmî bûye wek texteye kî kişik e (Setrenc). Vê rewşa avayî yan jeopolîtîk a Rojhilata Navîn qurfbartir kirîye. Di 7`ê Cotmehan 2023`an de êrişa Hamas ya li dijê Îsraîlê û piştre êrişa Îsraîlê bi firewanî li ser Xezayê ev qurfbarî kûrtir kir. Serok wezîr ê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got: “Ev 11 Îlona Îsraîlê ye.” Li dû vê gotin ê, êrişê ser Xezayê kir û hevsengiyê Rojhilatê Navîn ser û bin kir. Îsraîlê bi tenê êrişê Hamas nekir. Lê belê erişê Hîzbûllahên Lîbyayê, Îran û Sûriyê jî kir. Ev êrişa Îsraîlê gihîşta asta ku herêm tevde da be şikandin nav şerekî mezintirîn. Di heman demê de li Sûrîyê bi pilana dewletên navnetewyî ku digotin HTŞ`ê rejîma Esed têk bir, lê ya rastî pilanek bû û li ser erdê pêk anîn. Bi vê bûyerê derî li demek nû yan hevsengî yan herêmê vekir. Ji bilî vê yakê bandora veguherînen herêmê li ser pirsgirêka Kurdan jî zêdetir krîtîk bû.

Li Rojhilata Navîn polîtîkayên DYA yê: Ewlehyî, Enerjî û Tekîlîyên Îsraîlê

Wek tê zanîn ku ji sedsala 20`an û pêde DYA`yê eleqedariya xwe yên di Rojhilata Navîn de zêdetir kirîye û di dema şerê sar de li ser hevsengiyên ewlehi yan herêmê bi bandor bûye. Polîtîkayên DYA`yê ku Rojhilata Navîn li ser parastina sîstema ya heremê, ewlehiya çavkaniyên xweristî bi avayekî stratejîk û bi piştgirî ya Îsrail ê bilind dibe.

Amerîkayê ji êrişa 11 Îlona salan 2001`an de û virde bandorîyan xwe li Rojhilata Navîn zêdetir kir. Di heman demê de mudaxaleya leşkerî him li Iraq ê him jî li Afganistan ê kir. Bi van mudaxaleya Rojhilata Navîn ket bi bandora DYA`yê de. Şerê Iraq`ê ne bi tenê ewlehiya Rojhilata Navîn e, di heman demê de hevsengî yan hêzên herêmî jî veguherandî ye. Wek bi mudaxaleya, Îranê jî li herêmê ji alî leşkerî ve tesîra xwe zêdetir kirîye û li hember DYA`yê bûye xetereke stratejîk.

Di van çend salên nêz de DYA`yê stratejiyên xwê guhert û ji herêmê mînak Afganistan ê cihê ku hêzên wê yên leşkerî lê hene paşve kişîya. Trump ji bo berjewendîyên Amerîkayê ev stratejî bikaranî û bi vê stratejiyê hêzên herêmî jî veguherandin. Lê li ser êrişan Hamas, DYA dîsa mecbûr ma ku tevlî pirsgirêka Rojhilata Navîn bibe.  Her wiha peymana wê yên li Rojhilata Navîn bi dewletên wek Îsraîlê, Tirkiyê, Erebîstan a Seûdî re hegemonî yan wê li hemberê Rûsya û Çînê dest xurt dike.

Li Rojhilata Navîn polîtîkayên Rûsa yê

Li dû têk çûna Yekitîya Sovyet an, Rûsyayê li Rojhilata Navîn bandora xwe winda kir. Lê di sala 2000`î de bi rêveberî yan Putîn ji bo tesîre xwe dîsa mezintir bike stratejî pêk anîne. Armanca Rûsya yê li hemberê hegemoniyên kadî a DYA`yê li cîhanê bibe hevseng û çavkaniyên xweristî an enerjîyê bi parêze.

Di sala 2011`an de tevlîbûna şerên navxweyî yê Sûrîyê û piştgirîya Esed kir. Ev gav û tekîlîyên wê yên bi Îranê re li Rojhilata Navîn bandora Rûsyayê dîsa çêbû.  Her wiha di sala 2022`an de bi destpêkirina şerên Ûkranya yê hêz û dên a wê yan li ser Rojhilata Navîn qels kirîye. Lê dîsa jî Rûsya tekîlîyên xwe yê Rojhilata Navîn didomî û ji bo dewletên herêmî  li hemberî DYAyê  rola xwe yan alternatîf ê parastî ye.

Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên Çîn ê

Çîn li Rojhilata Navîn stratejî yên xwe li gor aborî û binesazî yê ava dike. Lewma têkiliyên Çîn ê ne wek Rûsya û DYA yê ne. Çîn armanca wêna yekem li Rojhilata Navîn wek cihekî hêzan xwe yan kadî yên aborî  biperisîne mêze dike. Projeyan wê ya ku bi navê “ rê û quşak” li gor van stratejîyê wê pêk hatîye. Rojhilata Navîn di navbera Çîn û Ewropayê de wek pire kê ye. Armanca wê  wek me li jor got ne leşkerî û polîtîk e armanca wê bi gelemperî aborî ye. Çîn ê li herêmê bi hilberînerên enerjiyê re peymanên dirêjtir îmze kirin e. Lê çiqas armanca Çîne ne leşkerî û polîtîk be jî ji bo berjewendîyên aborî dixwaze ku li vir bi quwet be. Hebûna Çîn ê ji bo herêmê bû ye rêç û alternatîfek nû.

Hegemoniyên Herêmî: Tirkiyê, Îran û Îsraîl

Rojhilata Navîn çiqas bi bandora hegemonên kadî teşe bigre jî lê li herêmê jî hinek dewlet dixwazin ku hegemoniya xwe ava bikin. Li Rojhilata Navîn em dikarin Îsraîl, Tirkiyê û Îran ê mînak bidin. Ev hersê dewlet jî dixwaze ku li herêmê peyvên wê bê guhdarkirin û wek rêberên dewletên din bê qebûlkirin.

Li Rojhilata Navîn polîtîkayên Tirkiyê 

Tirkiyê dinav dewletên li herêmê de ji hêza herî xurttir yek e. Stratejî û polîtîkayên Tirkiye ji ber ku pirsgirêka Kurd li gor vê pirsgirêkê teşe digire. Lewma stratejî xwe li ser ewlehiyê û aborî dimeşînin.

Tirkiyê him ji ber ku pozîsyona xwe yan jeopolîtîk û him ji endamên NATO`yê ye her tim bi dewletên Rojava yên Cîhanê re têkildar bûye. Lê van çend salên dawîn de ji ber ku bandoriya xwe li Rojhilata Navîn zêdetir bike polîtîkayên xwe guhertin û biryarê serbixwe girtin. Tirkiyê ji ber ku dinav xwe de pirsgirêka Kurdan çareser nekir, naxwaze li Rojhilat û Bakurê Sûriyê jî Kurd bibin xwedî statû û li hemberî wan şer û hereketa dimeşîne.

Tirkiyê daxwaze ku li Rojhilata Navîn roleke serokatiyê bi dest xwe bixe. Lewma dema Bihara Erebî de mudaxaleyên Lîbya, Yemen, Sûriyê û Misir ê kir û tevlê pêvajoyên sîyasî bû. Tirkiyê dixwaze ku dinav têkiliyên Rojava cîhanê û bandorî ya xwe ya Rojhilata Navîn de hevsengîyekê çê bike. Lê ji ber ku polîtîka û stratejîyên wê li ser dijî Kurdan pêk tên dem dem têkiliyên wê bi Rojavayê cîhanê re qut dibin.

Li Rojhilata Navîn polîtîkayên Îranê

Îran li Rojhilata Navîn xwediyê hêzeke giring e. Him dixwaz e li cihê ku hejmara Şîîan zêdetir e bi bandor bibe him jî dixwaze hegemoniya ku herêmî ava bike. Polîtîka û stratejîyên xwe li ser van herdû xalan pêk tîne. Îran ji bo parastina berjewendîyên xwe li Rojhilata Navîn dixwaze tesîra DYA`yê bişkîne. Lewma li Rojhilata Navîn hêzen leşkerî, aborî û dîplomatîk bikartîne. Her wih Stratejîyan wê yên herî giringtîr “Heyva Şîî” ye. Bi vê armancê Îran dixwaze ku him li Rojavayê Asyayê him jî li Rojhilata Navîn hegemonî yan xwe xurttir bike. Bikaranîna wê yan şerkarên wek hîzbûllah û milîsên Iraqê li herêmê bandora wê zêde dike û li hemberî tifaqa Erebîstan a Sûûdî û Îsraîlê wek alternatîfeke pêşte derdikeve. Bi piştgiriya Esed ya ku di şerê navxweyî yên Sûrîyê de ev armanca xweya herêmî di bin van stratejîyan de anî cih.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.