Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Malbatên Şehîdan kiryarên li ser goristanan şermezar kir

17/01/2026
in NÛÇE
A A
Meclisa Malbatên Şehîdan kiryarên li ser goristanan şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê di derbarê kiryarên ku ji milê çeteyan ve li ser goristanên şehîdan li Şêxmeqsûd tên kirin daxuyaniyek dan.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê di derbarê kiryarên ku ji milê çeteyan ve li ser goristanên şehîdan li Şêxmeqsûd tên kirin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hemû endamên Saziyên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em êrişên hovane, bê bingehên exlaqî û mirovî, yên ku ji aliyê komên hikumeta demkî û çeteyên terorîst ve li dijî goristana Şehîdan li Helebê têne kirin, şermezar dikin. Ev şehîd ku di van goristanan de razayî ne, ew zarokên vî gelî ne ku 15 salan nirxên civakî yên gelê Sûriyeyê parastine. Ew kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên civakê ne ku mil bi mil ji bo parastina pîroziya axa Sûriyeyê ji komên terorîst ên girêdayî hikumeta Şamê sekinîn. Roj bi roj rûyê wan ê rastîn ê terorîst li hember gelê Sûriyeyê derdikeve holê. Tiştê ku wan çend meh berê di komkujiyên li dijî gelê me li Siwêda û Beravê de kirin ku bi hezaran kes kuştin û koçber bûn û tiştê ku ew hewl didin li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê me yê Kurd li herêma Helebê bikin.”

Di dawiya daxiyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişa li ser goristana Şehîdên Azadiyê, êrişeke eşkere li ser nirxên gelê me ye û dê tenê hêz û biryardariya me ji bo berdewamiya têkoşîna avakirina Sûriyeyeke piralî ji bo hemû gelên wê zêde bike. Goristanên şehîdên me wê wek çira bimînin ku roja azadî û rûmetê jê dibiriqe. Em ê heta nefesa xwe ya dawî wan biparêzin. Em, malbatên şehîdan li bajarê Dêrikê, li kêleka gelê xwe yê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne û berxwedana wan a dîrokî li dijî neheqî û destdirêjiyê teqdîr dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.