Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di roja 20’an de rewşa xwepêşandanên li Îran û Rojhilat: Nêzî 3 hezar kes hatine qetilkirin

16/01/2026
in NÛÇE
A A
‘Serhildana li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî vejîn bûye’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 20’an de berdewam dikin. Di êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan de, tê gotin nêzî 3 hezar xwepêşander hatine qetilkirin.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.

Li gorê nûçeyên ROJ NEWS’ê û dîmenên hatine belavkirin, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirîkirina li ciwanan her cure tundiyê bikartînin; gulebarankirin, bikaranîna gaza rondikrêj û bi êşkenceyê binçavkirin. Tê gotin xwepêşanderên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.

Zanîngeh ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve berdewam têne şopandin û zext li ser wan tê kirin û wekî yek ji navendên herî hesas ên nerazîbûnê têne hesibandin.

Di roja 20’an de rewşa xwepêşandanan

Xwepêşandanên gelên Îranê, li 618 navçe, 187 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 55 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.

Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê, tevî astengiyên hêzên êrişkar ên rejîma Îranê, lidarxistina xwepêşandan, çalakî û nerazîbûnan berdewam dikin. Tevî vê yekê jî gelek hêzên ewlehiyê û artêşa pasdaran ji bajaran hatine derxistin û dikan, bazar û cihên giştî hatine girtin.

Her wiha, medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 115 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

Herwiha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hîn jî înternet û xetên peywendiyan têne qutkirin. Tevî vêjî hêzên rejîmê di avêje ser malên ku xwedî xetên peywendiyanin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, bi dehan malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendan dikin, nerazîbûnên xwe nîşanî rayedaran dane.

Qetilkirin

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, di nava 20 rojan de 19 hezar û 97 xwepêşander hatine binçavkirin.

Herwiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de nêzî 3 hezar xwepêşander hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 16 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin heya niha 2 hezar û 677 xwepêşander jî birîndar bûne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.