Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şêxmeqsûd, Eşrefiye  revandin û talan didome

15/01/2026
in NÛÇE
A A
Li Şêxmeqsûd, Eşrefiye  revandin û talan didome
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd li kêleka revandin û qetilkirina mal û milkê welatiyan talan dikin.

Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê di navbera 6 û 10’ê Çileyê (2025) de bûn hedefa êrişên dijwar ên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriye û dewleta Tirk. Di êrişên ku bi tang, top, balafir û hemû cureyên çekên giran pêk hatin de, komkujî hatin pêkanîn, gelek kes hatin revandin û bi deh hezaran kes koçber bûn.

Li gorî Nûçeyên ANHA yê li ku çavkaniya xwe ji  Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) digre, herî kêm 120,000 kes ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd koçber bûne, zêdetirî 500 kes jî winda ne.

Ji ber ku destûra derbasbûna rojnamevan û saziyên mafên mirovan a ji bo taxan nayê dayîn, agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Lê li gorî çavkaniyên li herêmê komên çete yên bi navê Firqeya Hemze, Firqeya Emşat, Nûreddîn Zengî, Firqeya Sultan Murad û hwd. piştî komkujiyan, welatiyên li taxan mane kom dikin, heqaretê li wan dikin, direvin.

Çavkaniyan ragihandin ku li taxa Eşrefiyê hejmarek şêniyên eKurd di serdegirtinên malan ên ku hîn jî didomin de hatine revandin û birine cihên nediyar.

Çeteyan dest bi talanê kirine

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan li nava kolanan dest bi talankirina mal û milkê xelkê taxan kiriye. Talankirin li gelek kolanên Şêxmeqsûdê, bi taybetî Kolana 20’an a li nêzî çerxerêya Şehîd Kolî, Kolana Badîno, Kolana 15 û kolana li hember Ofîsa Îstîxbaratê ya Şekato tê kirin. Hat gotin ku çete dikevin dikanan û hemû tiştên hundir ên weke mobîlya, alavên ceyranê û hemû tiştên din talan dikin.

Navenda tenduristiyê hat xirakirin

Li gel êriş û talankirinên komên çeteyan, li taxan pirsgirêka ceyran û tenduristiyê jî di asta jor de ye. Hat ragihandin ku ceyran rojê tenê 2 saetan tê dayîn, gelek navendên tenduristiyê hatine xirabkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.