Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyeke fermî derbarê ewlekariya girtîgehan û metirsiyên bêaramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weşand.
Daxuyaniya fermî ya derbarê ewlekariya girtîgehan û metirsiyên bêaramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê weşand wiha ye:
Ji ber rewşa ewlehiyê ya ku ji ber êrişên komên çekdar ên Şamê hatiye ferzkirin, komkirina hêzên leşkerî û gefên berdewam ên li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê hewl didin ku ji vê aloziyê sûd werbigirin, da ku êrişî girtîgehên ku endamên wê lê ne, bikin.
Hêzên me bi tevahî amade û hişyar in, hemû tedbîrên pêwîst girtin e, da ku ewlehiya girtîgehan misoger bikin û pêşî li her binpêkirina ewlehiyê bigirin. Niha girtîgeh ewle ne û di bin kontrola tevahî de ne. Lê belê, berdewamiya vê rewşê, digel zêdebûna leşkerî ya pê re, dikare bibe sedema bêaramiyeke berfireh ku gefê li ewlehiya girtîgehên ku endamên DAIŞ’ê lê ne bike û gefê li herêmê dixwe ku piştî salên qurbanîdayînê di şerê li dijî terorê de, vegere rewşa xwe ya berê.






