Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Dêrikê kiryarên ku bi maskeyên DAIŞ’ ê li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin şermezarkirin

15/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Gelê Dêrikê kiryarên ku bi maskeyên DAIŞ’ ê li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê ji bo xurtkirina îradeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana gelê Kurd, Berxwedan jiyane’ meşeke girseyî li darxistin.

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê ji bo xurtkirina îradeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana gelê Kurd, Berxwedan jiyane’ meşeke girseyî li darxistin. Di meşê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şêniyên bajêr, xwendekar û mamoste hazir bûn.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li nîva bazara bajarê Dêrikê veguherî mîtîng.

Di destpêka mîtîngê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî û wiha got: “Li ser navê PYD’ê û bi dirûşmeya ‘Bi rihê qehremantî û berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ê azdiya gelan misoger bikin’ em xwedî derketina we silav dikin.  Em şehîdên Şêxmeqsûd û hemû şehîdên Şoreşa Rojava bibîr tînin û em radighînin ku bîranîna şehîdan banga serkeftinê ye. Kiryar û komkujiyên ku li Şêxmeqsûd rû dayîn û dîmenên ku gelê kurd bi çavan didîtin, hestên gelê kurd û dilê wan hemûyan ji bo gelê wir lê dida. Ji bo vê yekê dema em dibêjin kurd berxwedanî tê bîra me, dibêjin Kurdistan welatê ku xwîn têde ne rijaye. Lê gelê me di dîrokê de heye roja îro rastî binpêkirin, qirkirin û komkujiyan tê. Lê li kêleka wê kelha berxwedanê ji dîrokê heya roja îro bi tîpên zêrîn navên keçên me yên kezî zer û kurên me yên simbêl sor bi lehengî heya îro dinivîse. Welatên derdorê ji bo kiryarên ku diqewimin bê dengin û her kes çavê xwe ji komkujiyên ku rû didin digrin, em niha tekez dikin ku kes alîgirê kurdan nîne.  Ji bo vê yekê şiyar bin gelê kurd û peyama fermandar Ziyad baş fam bikin. Hevalên me yên Şêxmeqsûdê mesacekî didin me û dibêjin gelê kurd bibin yek, ji bilî yekîtiya we tucarî çareserî nîne. Ji bo vê yekê banga me ji hemû hêz û tevgerên kurd re û ji kurdên ku li seranserî cîhanê jiyan dikin, bila destê xwe deyînin li ser wijdanê xwe û rastiya berxwedanî û şehadeta heval Ziyad û hevalên wî nas bikin. Em bi yek dengî dibêjin heval Ziyad ku gelê me bi yek rihî mesaca te pêşwazî kir û li her derî rabû ser piyan û bang dikin berxwedan jiyane.”

Meş bi dirûşmeya ‘Bi Rihê berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ê azadiya gelan misoger bikin’ bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.