Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koordînasyona Jinan a kantona Cizîrê banga hisabkirina sûcdarên komkujiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir 

15/01/2026
in NÛÇE
A A
Koordînasyona Jinan a kantona Cizîrê banga hisabkirina sûcdarên komkujiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir 
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

 Koordînasyona Jinan a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê şehîdên berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr anî, herwiha sûdarên komkujiyan bi tundî şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî û mirovahiyê kir ku sûcdarên komkujiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ceza bikin.

Koordînasyona Jinan a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê komkujiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û banga lêpirsîna sûcdaran kir.

Daxuyanî wiha bû:

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Em destpêkê berxwedaniyên gelê xwe bi bîr bînin şehîd Denîz Çiya, Ziyad Heleb, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn, Feraşîn Efirîn, Şehîda Amara, Leyla Qasim û hemû şehîdên ku tevilî berxwdaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, em bi rêz û hirmet li ber giyanê wan ê paqij û têkoşîna wan bejna xwe ditewin û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixazin ku bi moralekî bilind û derfetên sînordar tevilî berxwedanê bûn û li hemberî êrîşên hovanê sekinîn ya ku di rêkefta 6’ê Çileya 2026’an de destpêkir. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî êrişên sîstematîk, dûbarkirî û bêserûber ji aliyê hikumeta demkî û dewleta Tirkî bi çekên giran hat, ev êriş li ser sivîlan, jin, zarok û extiyar hate kirin û ev jî binpêkirina hemû zagonên navnetewî ye, ev yek 5 rojan berdewam kir.”

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Ermancgirtina sivîlan, mal û avahiyên ku ji bo armancên mirovî û perwerdehî hatine destnîşankirin ji nexweşxaneyan û dibistanan ev sûcekî şer e û binpêkirineke giran a zagonên navnetewî yên mirovî, ew jî weke binpêkirina peymana Cinêfa Çaran sala 1949’an û lîsta peymana Lahayî sala 1907’an û sîstema Roma destnîşan dike ku divê sivîl neyên armanc girtin, êrişên bêserûber neyên kirin, kuştin, îşkence an muameleya xerab neyê kirin. Herwiha divê êrişî personelên bijîşkî neyê kirin û divê rehîne neyên girtin. Wekî din tiştê ku hikumeta demkî û dewleta Tirk li ser van taxan ji kuştin û koçberkirin bi Kurdên li wir kirin bû, mebesta qirkirinê bû.”

Daxuyanî wiha hat qedandin: “Em wekî Koordînasyona Jinan a kantona Cizîrê bi tundî van sûcan şermezar dikin û piştrast dikin ku pêkanîna van sûcan di hemû aliyên wan de ji aliyê hikumeta demkî û dewleta Tirkî ve li dijî Mirovahiyê ye. Em bang li civaka navneteweyî, sekerterê giştî yên NY û dewletên garantor dikin ku piştî lêpirsînek şefaf û serbixwe ya dozen wan berpirsyarên van tawanan hesab bipirsin û wan bibin ber dadgeha cezayî ya navneteweyî ku desthilata wê li ser van tawanan heye. Herwiha em daxwaza dikin ku konseya ewlehiyê ya NY berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî yên derbarê van binpêkirin û tawanên li dijî gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û saziyên sivîlan û parastinan milkê (hêza parastina Hundirîn) hatine kirin. Em daxwaza hesabkirina van sûcdaran ceza bikin, bi navê şehîda Denîz yên ku beden û ruhê wê yê paqij hatiye parçekirin, ev yek piştrast dike ku ev kiryarên DAIŞ’ê ne. Em banga hemû rêxistinên mirovî û mirovahiyê dikin ku hewlên xwe ji bo eşkerekirina rastiyê û piştgiriya gel zêde bikin. Wek Koordînasyona Jinan em soz didin şehîdan ku heta armancên gel ên xwestî pêk werin û serftin pêk were, em ê li ser şopa wan bimeşin em ji birîndaran şifa dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.