Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta demkî kir ku di biryarên xwe de cidî û berpirsiyariyê nîşan bide, danûstandin û çareseriyên siyasî li şûna zimanê şer û çekan bide pêşiyê, ji ber ku ev di berjewendiya gelê Sûriyê û yekîtiya welêt de ye.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li bang li civaka navneteweyî û welatên têkildar bi pirsgirêka Sûriyê re kir ku piştgirîya rêyên siyasî bikin ku bidawîanîna êşên gelê Sûriyê û bidestxistina aştiyeke mayînde garantî dikin. Herwiha rêveberiyê bang li hikumeta demkî kir ku di biryarên xwe de cidî û berpirsiyariyê nîşan bide, danûstandin û çareseriyên siyasî li şûna zimanê şer û çekan bide pêşiyê.
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikarên xwe yên kûr nîşan dide û bi tundî li hember rageşiya neheq a ku ji aliyên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê ya li Şamê ve tê kirin, şermezar dike. Ji ber metirsiyên mezin ên ku ev rêbaz li ser şansê mayî yê aramî û aştiyê li welêt diafirîne. Zêdetirî 15’ salan e ku gelê Sûriyê ji tirs, wêranî, kuştin û koçberiyê êş kişandiye û ji ber polîtîkayên zordarî û tundiyê yên ku ji aliyê rejîma hilweşiyayî ve hatine meşandin, bedelên giran dane. Îro jî Sûrî, bi hemû pêkhateyên xwe dixwazin rûpela şer bigrin, bi rûmet û ewlehiyê bijîn û siberojekê ava bikin ku bi aramî û aştiya sivîl ve were taybetmend kirin. Afirandina şerên nû, an jî serî li berfirehkirina leşkerî ya bêsedem dide, dê her pêvajoyeke siyasî ya cidî têk bibe, li bingehên aştiya sivîl bixe, rewşa dabeşbûn û parçebûnê di navbera gelê Sûriyê de kûrtir bike. Herwiha di demekê de ku em pir hewcedarê hevgirtin û yekkirina hêzên xwe ne ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkên hevpar re.”
Daxuyanî wiha hat domandin: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekez dike, wekî ku di demên berê de gelek caran tekez kiriye ku divê zimanê diyalog û nîqaşên berpirsiyar ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî di navbera hemû hêzên Sûriyê de serdest be, dûrî zimanê gef, şer û çekan ku dê tenê bibe sedema xwînrijandin û wêraniyê, hem jî tê de serketî û windaker tune be. Lê belê welat û gelê Sûriyê dê bedela wê bidin, bi awayekî ku bi tevahî berevajî hêvî û armancên Sûriyê ye. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser bang li hemû hêz û aktorên Sûriyê dike ku di redkirina gotinên nefretê û tehrîdê de yekgirtî bin, biratiya di navbera gelan de û nirxên jiyanê pêş bixin, bi hev re ji bo Sûriyeyeke nenavendî bixebitin ku mafên hemû welatiyên xwe bê îstîsna garantî bike. Rêveberiya Xweser herwiha bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê dike ku di biryarên xwe de cidî û berpirsiyariyê nîşan bide û danûstandin û çareseriyên siyasî li şûna zimanê şer û çekan bide pêşiyê, ji ber ku ev di berjewendiya gelê Sûriyê û yekîtiya welêt de ye. Û tekez dikin ku em amade ne ku vegere nîqaşkirina hemî pirsgirêkan bi rêya diyalog û têgihîştinê, da ku xwînrijandina Sûriyeyê raweste û planên “parve bike û hukum bike” yên ku armanc dikin pevçûn di navbera Sûriyeyê de gur bikin, têk bibe.”
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Di demên dawî de, hin kanal û malperên îstîxbaratê agahdariyên derew li ser me û têkiliyên me bi welatên din re, bi taybetî bi Îranê re, belav dikin. Em tekez dikin ku xeteke me ya siyasî ya domdar heye, ew jî ew e ku di danûstandinên me yên bi hemî hikumetan re, îradeya gel, jinan û mafên wan bidin pêşiyê. Ji ber vê yekê, helwesta me li ser tiştên ku li Îranê diqewimin pir zelal e. Em li dijî rejîma ku rojane jin û ciwanên Kurd, Ereb, El-belic û Faris darve dike ne. Em bawer dikin ku sîstemek demokratîk ku rêzê li mafên hemî pêkhateyan digire, tekane vebijarka rizgarkirina gelê Îranê ye. Di encamê de, Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û welatên têkildar bi pirsgirêka Sûriyê dike ku helwestên zelal û gavên cidî û bibandor bigirin da ku pêşî li gurkirina her şerekî nû li Sûriyeyê bigirin, û piştgirîya rêyên siyasî bikin ku bidawîanîna êşên gelê Sûriyê û bidestxistina aştiyeke mayînde garantî dikin.”






