Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Xebat Dêrik di 14’emîn Salvegera şahadeta xwe de hate bîranîn

14/01/2026
in NÛÇE
A A
Şehîd Xebat Dêrik di 14’emîn Salvegera şahadeta xwe de hate bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê 14’emîn salvegera şehadeta fermandar Xebat Dêrik bi rêzdarî bibîr anîn.

Meclisa malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê 14’emîn salvegera şehadeta fermandar Xebat Dêrik li  lîstikgeha Kornîş ya bajar de bibîr anîn. Di destpêka bîranînê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û wiha got: “Niha em di hizûr û bîranîna pêşengekê Tevgera Azadiyê de ne, ê ku bi tîpên zêrîn navê xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsand. Di heman mehê de komplo li ser hevala Sekîne pêk hat û me dît jî ku çawa komplo li hemberî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat û fermandarê nemir Ziyad çawa xwe kir feda ji bo axa pîroz. Heval Xebat di salên 80’yê de bi singeke fireh û dilekî gerim û bi hêzeke xurt fikrê Rêber Apo qebûl kir, piştî wê bi demeke kurt derbasî çiyayên azad bû û li wir bi qehremanî û lehengî têkoşîn kir û xwe li pêşxist. Di sala 2011’an dema şehîd Xebat dît pilanên qirêj li Sûriyê rû didin û gel hewcedarî wî ye yekser biryar da ku derbasî Sûriyê bibe. Yekemîn hêzên parastinê avakir, gelek kes matmayî ma ku wê çawa ev hêz were ava kirin, lê Şehîd Xebta bi xwe bawer û bi Tevgera Azadiyê bawer bû. Dijmin hertim texmîn dikir ku dema Rêber Apo dîl bigrin wê Tevgera Azadiyê bidawî bibe, lê ne ketibûn di wê ferqê de bi dehat şagirtên wî wek fermandar Xebat hene. Heya roja îro jî ew hêza ku bi îradeya şehîd Xebat hatî avakirin Rojava diparêze û li ser xeta wî ne.”

Di berdewamiya bîranînê de rêhevala fermandar Xebat Ronak Murad anî ziman ku mirov çiqasî biaxive û binvîse li ser şehîd Xebat nikare mafê wî bidiyê û wiha got: “Şehîd Xebat stêrkeke geşe li asîmanê Rojhilata Navîne, dema em Şehîd Xebat bi bîr tînin gelek bîranînên dirîj wek birûskê li ber çavê me re derbas dibin. Fermandarê bi rûmet şopek li pey xwe hişt ku em hemû li ser bimeşin û berdewam bikin. Çavê herkesî li heval Xebat bû min bi xwe pêre jiyan dikir, min didît bi çi rengî di nav tevgerê de têkoşîn û jiyan dikir. Bi axaftin û şêwazî xwe karîbû mirovan li dora xwe kom bike, şehîd xebat berê xwe dida kur artêşek dida avakirin. Îro roj dema ez we li ber çavên xwe dibînim şehîd Xebat tê pîra min ji ber ku xeyalê wî bû kombûn û sekna mirovan bi vî rengî bibînê.”

Di heman demê de li ser navê malbata Şehîd Xebat birayê wî Hisên Remedan axivî û wiha got: “14 sal ne tiştekî hindike di Şoreşa Rojava de, di van salan de me bi hezaran kezî zer û simbêl sor dan. Heger welat bi temenekî piçûk hatiba rizgar kirin wê her kesî ji bo xwe welatek ava kiriban. Hemû dewlet û dijmin berê xwe dide Kurdistanê û êrişan li ser pêk tînin, da ku hêviya avakirina welatekî demokrat û bi ewle di dilê me de bişkîne. Me tu carî texmîn ne dikir ku em ê 14 salan li hember hov û zaliman têkoşînê bikin, lê bi saye kesên wek Xebat û Ziyad me karî em xwe li ser piyan bigrin û moral û hêzê ji wan bigrin. Têkoşîna ku fermandarên nemir destpê kirîn em ê berdewam bikin û tucarî em gavan şûnde naavêjin û ne jî tu kes dikare moralê me bişkîne.”

Di dawiya bîranînê de Hêzên Parastin Jin YPJ’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li ser ked û qehremaniya ku şehîd Xebat li pey xwe hiştî diyarî dan malbata wî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.