Esmihan Gedro/Reqa
Mclisa Jinan a Partiya Sûriye Pêşeroj li Reqayê êriş û komkujiyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatine kirin û bi taybet yên li ser jin û zarokan bi daxuyaniyekê şermezar kirin
Îro li bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên dijmirovî yên ku ji laiyê komên çeteyan û hikumeta demkî ya Sûriyê ve li ser jin û zarokên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin daxuyaniyek dan. Daxuyanî li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve Fatimê El-Elî hat xwendin.
Destpêka daxiyanî wiha bû: “Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî êrişên xeternak û sîstematîk hatine ku bûne sedema kuştina sivîlên bêguneh û êşa niştecihan girantir kiriye. Ev êriş rasterast sivîlên aştîxwaz hedef digirin û êrişeke eşkere li ser aştiya civakî, aramî û ewlehiyê pêk tînin.
Polîtîkayên kuştin, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk dîsa hatine rojevê. Ev binpêkirina eşkere ya hemî qanûn û peymanên navneteweyî nikare ji nêzîkatiyeke sîstematîk a li ser bingeha qirkirina sivîlan were veqetandin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em di meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya pêşerojê de, van sûcan û binpêkirinên giran ên li dijî gelê me li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin, di nav de hedefgirtina rasterast a sivîlan, û bi taybet jin û zarok hatin qetil kirin.
Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û gavên tavilê û pratîkî bavêjin da ku van binpêkirinan rawestînin û parastina navneteweyî ji bo sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê misoger bikin. Her wiha em lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe û zelal û belgekirina sûcên hatine kirin dixwazin, rê li ber hesabpirsîna hemû berpirsiyaran veke û pêşî li berdewamiya bêcezatiyê bigire.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di encamê de, em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re dixwazin. Soza xwe nû dikin ku dengê jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê li hember neheqiyê bilind bimîne, rastî û rûmetê biparêze û mafê gelê me yê jiyana bi ewlehî û bi rûmet li ser axa xwe heta ku edalet pêk were û şehîd werin rastkirin, biparêze.”






