Rojnameya Ronahî

Li Şehbayê jin amedekariya demsala zivistanê dikin

Bi hatina demsala zivistanê re jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne amadekariya demsala zivistanê dikin. Jinên ku amadekariyê dikin wiha gotin: “Karê ku bi destê jinan tê çêkirin watedar û bi nirx e.”

Amadekariyên demsala zivistanê yek ji kevneşopiya Gelê Kurd e. Ji bo zivistanê jin bi keda destên xwe û bi xwêdana eniya xwe amadekariyan dikin. Jin di dema neolotikê de ji bo ku aboriya civaka xwe bi rê ve bibe her dem pêşoroja civakê difikirî û amadekiriyên demdirêj dikirin. Ev kevneşopî ji dema Xwedawendan heta niha di nav civaka kurd e berdewam e. Yek ji wan waran Şehba ye. Jinên Şehbayê zendê xwe ba dan û pêdiviyên wek zeytûn, rîçal, tirşî, avika îsotan, bamya û mastê zuha (lebnê) ji bo zivistanê amade kirin. Jinên ku amadekariyên zivistanê dikin nêrînên xwe parve kirin.
‘ÇANDA AMADEKARIYA ZIVISTANÊ ÇANDA DAYIKÊN ME NE’
Fîdan Muhemed ser pêdiviyên gel ên ji bo zivistanê axivî û wiha pê de çû: “Çanda hilandina zivistanê çanda dayik û dapîrên me ne. Îro jî em ser wê kevneşopiyê dimeşin û em ê zarokên xwe jî ser vê çandê perwerde bikin. Min ji bo demsala zivistanê mast, zeytûn û rîçalên hêjîran amade kir. Mirov dema bi destê xwe xwarina xwe amade dike, tehma wê jî cuda dibe.”
‘XWERINA DESTÊ JINÊ BI TAME’
Newroz Ekeş Birîmo ya ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye li ser amadekariyên zivistanê axivî û wiha got: “Em îsal li Şehbayê amadekariyên zivistanê dikin. Min avika îsotan, tirşo, pîvaz û sîr ji bo zivistanê amade kirin. Tiştên bi destê jinê çêdibin wateya wê cuda dibe, ji ber bi keda dest çêdibe, tehma wê jî xweştir dibe.”
‘JIN HER TIM PÊDÎVIYÊN XWE PÊK TÎNIN’
Eyşê Bekir jî wiha got: “Tevî tunebûnê me hebûn afirand. Ji bo ku mirov bikare bijî pêwist e xwe bi rê ve bibe. Em jî wek dayik ji bo civaka me bi rê ve biçe û zehmetiyên zivistanê nejî, me amadekariyên dewlemed kirin. Min bi xwe jî wek her jinekê penêr, mastê zuhakirî û zeytûn amade kirin. Jin li ku derê bin pêdiviyên xwe pêk tînin.”….JINNEWS