Rojnameya Ronahî

Mizgîniya herî xweş zarok in

Roj Hozan

Dema ku şer çêdibin û xelas dibin hîn alavên wan li kolana dimînin. Tevî ku dem li ser derbas bibe jî, lê hindek tişt dimînin Ii cihê xwe, ji bo bibin şahidê bûyerên ku qewimîne û bi çavan hatina dîtin. Gelek caran dema mirov li kolana digere mirov zarokan dibîne ji xwe re leyistokan dileyizin, lê mirov dikare bêje êdî leyîstokên wan jî nema wekî leyistokên ku me nas dikirin
Di cîhanê de mizgîniya herî xweş zarok in. Di kolanên bajaran de û li ser bênderên gundan qerbalixaya wan, kenê wan û leyistokên wan dilê mirovan rehet dike. Zarok mizgîniya herî mezin a cîhanê ne. Di perwerdekirina civakê de zarok bingeh in. Ji bo avakirina kesayetên rast û dirust pêwîstî bi perwerdeya zarokan heye. Zarok hestiyar in, her li jiyanê bi xweşikbûnê mêze dikin. Gelek caran jî em çîrokên zarokan di nava şeran de dibihîzin. Di şeran de yên ku herî bêtir zerarê dibînin zarok in. Ew nizanin çima şer diqewime, yan jî dê çawa bi dawî bibe, lê herî zêde jî ew para xwe ji şer digirin.
Bila yên dibe sedema şer bihêlin ku zarok bi zarokatiya xwe şad bibin. Tevî ku tê gotin zarok xemla cîhanê ne, lê dema ku li welatan şerên giran diqewime û her roj itîfaq û hevpeymanên talankirinê, qirkirinê û êrîşkirinê pêk tê, bêyi ku çareseriyeke rast û aram were pêşxistin, li aliyekî din jî yên ku herî zerariya van şeran û plana dibînin û ji mal û dayîk û bavên xwe qut dibin û ne çar dimînin zarok in. Ev siyasetên çewt helbet bandorê li ser derûniya zarokan dikin dihêle ku zarokên xwedî kesayetên bi tirs, ne civakî ji xwe ne bawer werin avakirin. Ji bo wê jî parastina van zarokan û xemla kenê wan berpirsyartiya her miroveki ye, divê kiryarên şeran bihêlin zarok bi zaroktiya xwe şad bibin.
Dema ku şer çêdibin û xelas dibin hîn alavên wan li kolana dimînin. Tevî ku dem li ser derbas bibe jî, lê hindek tişt dimînin Ii cihê xwe, ji bo bibin şahidê bûyerên ku qewimîne û bi çavan hatina dîtin. Gelek caran dema mirov li kolana digere mirov zarokan dibîne ji xwe re leyistokan dileyizin, lê mirov dikare bêje êdî leyîstokên wan jî nema wekî leyistokên ku me nas dikirin. Em dixwazin li vê derê bêjin ku zarok alavên şeran ji xwe re dikin leyîstok mînakên wê jî hene. Hin caran em zarokan dibînin ji alavên çêkirina mewzîyên şer dergûşan çêdikin û wekî ku dayika wan ji wan re di lorand her çend zarokan bi hev re ev leyîstok dileyizîn, yan jî di qovanên mermiyên vala de gulan diçînin ev çi dide diyarkirin ku zarok xweşikbûnê didin her tiştekî her çiqas ew tişt bi êş jî be, ji ber tim xeyalên zarokan zindî ne.
Helbet ev jiyan berdewam e û zarok hînî jiyana şeran bûne. Zarok bêyî ku bi şer bifikirin xwe di nav leyîstikê de winda dikin. Tenê kêliyek be jî em bi van zarokan re coş dibin û rûyê kesên derdorê dikene. Divê em hewl bidin ku ev xweşikbûn ji zarokan re bimîne zarokan fêrî serfirazî û pêşeroja azad bikin.