Rojnameya Ronahî

Lêkolînek: Jinên DAIŞ`ê xeteriyeke mezin in

Lêkolîna ku Koma”Globsk”belav kir ku jinên tevlî DAIŞ`ê û komên çeteyan ên din bûne, xeteriyeke mezin in û têkildarî vê de hişyarî dan.
Lêkolîna ku koma “Globsk” a ne yesayî û navenda wê Slovakiya ye kifş kir ku piştî lêhurbîna di hûrgiliyên 326 çeteyên ewropî de ku ji sala 2015`an hatin kuştin, koçberkirin an jî binçavkirin, dîtin ku gelek jin û jinên ciwan tevî di nava çeteyên biyanî kêm in, lê roleke sereke dilîzin.
34 jinên ku di nava lêkolînê de ne diyar kirin ku çendekan ji wan plana êrîşan dikirin, hin ji wan jî bûn leşker û çalagerên propogandeyan, tişta ku bi rastî nav lê were kirin leşkerên birêvebirinê yên ji bo parastina çeteyan ne.
Her wiha îşaret bi şaneyeke jinên teqîna Katedrala Notre Dame ya berî 3`ê salan pêk hat û keda dawîn ku jinên çeteyên DAIŞ`ê yê girtî ji depêkirina pêngava alîkariya komî dan kir.
Kanala El-Hura diyar kir ku zêdetirî 40 jinên navên wan di nava komên detayan de ne, ne tenê bûk in, ji ber roleke sereke di toreya terorîstan de dilîzin.
Lêkolînê têkiliya di navbera sûcê û çeteyan de anî ziman, di nav de gelek çeteyên ku xwedî erşîfên sûcdariyên normanl in.
Nîvê rewşên ku der heqê wan de hatine lêkolînkirin têkildarî çeteyên biyanî dema vegerin Ewropayê ne û gelek caran rola cîhadan, serçeteyên şaneyan an jî toreyên balkêş dilîzin.
Dema ku rapor hate pêşkêşkirin rayedarên Yekîtiya Ewropayê yên girêdayî siyasetên ewlekariyê agahdar kirin ku piraniya kesên sûcdar ên li Ewropayê bi tewana berdewamiya sûcdariyan e û gelek caran têkoşîna têkbirina tendrewan vala derdiket.
Têkildarî mijarê mamosteyê zanîngeha Lîdan a li Holandayê ku beşdarî amadekirina raporê bûbû Part Şorman got, piştî çend salan ji kar karmendên holandî dikarin bibêjin ku tenê 2`yan ji girtiyan terka tundrewtiyê kirine û di her halî de zehmet e.
Her wiha got nîqaşa têkildarî rewşa tunekirina tundewtiyê bi me ve girêdayî ye û ne bawer im ku sûda wê heye.
Şorman û kesên din ên ku amadekariya raporê kirin gotin ku deshilatên girêdayî girtîgehan zêdetir bal dikişînin ser parçekirina kesên tundew ên ku bi xebata girtiyan ve mijûl dibin, da ku rê pêşiya tundirewên din bigirin.