Hêvî Keleş/ Qamişlo
Emîra Hiso ya 62 salî jinekê ku li hember şert û mercên dijwar, dirûtin û çêkirina cilên hirî ji xwe re kiriye çavkaniya hêz û aboriyê. Emîra Hiso anî ziman ku karê dirûnê palpişta wê ye, ew pê debara xwe dike û li hemberî zehmetiyên jiyanê li ber xwe dide.
Emîra Hiso di sala 1961”an de li bajarê Qamişlo ji dayik bû. Çîroka vê jina şêst salî ku bi karê destên xwe rûmeta xwe dibarêze, wekî çîroka bi sedan jinan e ku bi bêdengî têdikoşin da ku rûmeta xwe biparêzin û debara xwe bikin.
Girêdayê vê mijarê Emîra Hiso ji Rojnameya me re axivî.

Emîra Hiso ji me re behsa zarokatiya xwe kir û wiha got: “Di zaroktiya min de, dayika min her cûre cilên hirî ji bo me çêdikir da ku me ji sermaya zivistanê biparêze. Wê pêlîstok jî çêdikir û ez li cem wê rûdiniştim. Min ji vê pîşeyê hez dikir, ji ber vê yekê min di 11 saliya xwe de bi çêkirin û honandina pêlîstokên biçûk wekî destpêkek ji bo perwerdehiya xwe dest bi fêrbûna wê kir. Piştre min dest pê kir ku di karê xwe de hêdî hêdî pêş bikevim, heya ku ez bûm jinek ciwan û zewicîm. Piştî vê yekê, hevjînê min her gav piştgirî da min û min teşwîq kir ku ez di vê pîşeyê de berdewam bikim. Yek ji rêbazên wî yên teşwîqkirina min ew bû ku wî du makîneyên dirûnê yên hirî û cilan ji min re kirî da ku ez bikaribim karê xwe pêş bixim û bêtir hilberînim da ku perçeyan bifroşim û di wê demê de alîkariya wî bikim.”
‘ Hestek berxwedanê di dilê min de hat çandin’
Emîra Hiso anî ziman ku piştî çend salan ji zewaca wê, hevjînê wê koça dawî kir û sê roj şûn de, her du kurên wê şehîd bûn, ew bi xemgîniyê hate dorpêçkirin, xemgîniya xwe wiha anî ziman û got: “Ji ber rastiya min a nû, bêhêvîtiyê hema hema min xeniqand. Hevjînê min her gav min teşwîq dikir û carinan di çêkirina cil û bergan de alîkariya min dikir û min kurên xwe winda kiribûn. Lê min ji xwe re digot ger ez dev ji xebatê berdim, ez ê nikaribim debara malbat û zarokên xwe bikim, ji ber ku kesek min tunebû ku piştgiriyê bide min. Min biryar da ku ez berdewam bikim û jiyan û xebata xwe bidomînim da ku ez ne hewceyî kesî bim û dema xwe ya vala bêyî ku li ser zehmetî û trajediyên jiyanê bifikirim tijî bikim. Min teşwîqek xurt girt da ku ez karê xwe bidomînim, ji ber vê yekê min dest bi hilberîna gelek cil û berg û aksesûaran kir, di nav de, girêdanên porê keçan, çenteyên mil, kenze, şal, lepikên zivistanê ez her tiştê ku kirrûbir ji min dixwaze çêdikim.”
‘Hêvî dikim ku alîkariya jinên weke min bêne kirin’
Emîra Hiso li axaftina xwe wiha zêde kir û got: “Demek hebû ku min ji bo pêşxistin û berfirehkirina karê xwe ji kesî piştgirî nestand. Ji ber vê yekê, ez hêvî dikim ku her kesê ku dikare piştgirîya min û hemî jinên di rewşa min de bike bi dabînkirina amûrên ji bo vê pîşeyê, wekî makîneyên dirûnê an derziyan, da ku em hunera xwe pêşve bibin û hilberên xwe pêşve bibin, ne tenê di vê pîşeyê de lê di her pîşeyê de ku jin tê de serketî ne, nemaze yên mîna min ên ku debara malbatên xwe dikin û berpirsiyariya lêçûnên malê û zarokên xwe hildigirin.”
Emîra Hiso wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di pêşketin û geşedana civakê de di hemû waran de roleke girîng dilîzin. Wan di gelek erkên ku wan girtine ser xwe û bi dest xistine de, çi ji hêla siyasî, leşkerî, çandî, an jî di hemû aliyên din ên jiyanê de, rola xwe nîşan dane. Jin tenê dixwazin ku ji hêla madî an exlaqî ve, heta bi awayekî biçûk jî, werin piştgirîkirin û wekî yên kêmtir neyên dîtin. Ez hêvî dikim ku rêveberiya me dê bêtir derfetên kar ji bo jinan biafirîne û deriyên berfirehtir ji bo pêşxistina jêhatîbûn û armancên wan, ku berê hatibûn tepeserkirin, veke, da ku ew karibin li pêşerojek geştir binêrin.”






