Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sed birîndar û du Şehîd li Bakur Rojhilatê Sûriyê hatin pêşwazîkirin

14/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Sed birîndar û du Şehîd li Bakur Rojhilatê Sûriyê hatin pêşwazîkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hevseroka Heyva Sor A Kurd Hediya Ebdullah da zanîn ku di nava hovîtiya êrişan de tîmên wan yên li her du taxan li ser erkên xwe bûn û got: “Hewildanên alîkariya tenduristiyê hatin redkirin, lê bi hatina birîndaran û Şehîdan re em li benda pêşwazî û pêşkêşkirina alîkariyê bûn. Nêzî sed birîndar û du şehîdan derbas bûn”

Ji ber van êrişên hovane yên hikumeta demkî ya Sûriyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek kes hatin kuştin, revandin, serjêkirin û birîdarkirin. Ji ber vê yekê Heyva Sor a Kurd li Bakur û rojhilatê Sûriyê biryar da ku destek û alîkariyên mirovî bide kesên birîndar li wan her du taxan û derbasî Helebê bibe. Lê belê ji ber destekdayîna birîndarên taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê di 9’ê çileyê de Heyva Sor A Kurd bi rêket, di destpêkê de ji alyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve hatin redkirin û rê nedan ku derbasî her du taxan bibin. Herwiha di 11’ê çile de biryara derxistina sivîl û birîndaran re ber bi Herêmên Rêveberiya Xweser hatine dayîn.

Di derbarê rewşa birîndaran, kar û xebatê ku hatiye kirin Hevseroka Heyva Sor A Kurd Hediya Ebdullah ji Rojanemeya me re axivî.ediya Helklklknmg

Hovîtiya êrişan û windakirina derfetên dermankirinê

Hediya Ebdulah anî ziman ku rewşa ku li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate jiyankirin li dijî mirovahiyê bû û wiha got: “Hewldanên me weke heyva Sor Heyva Sor A Kurd hebûn û li wan her du taxan du xalên tenduristiyê yên Heyva Sor A Kurd hebûn. Herwiha ev her du xalên tenduristiyê 24 seatan dibin xizmeta gel de bûn. Di vî şerê dijwar de li wan her du taxan jî tîmên me yên ambulansê ruxmî ewqas zehmetiyan bi erkê xwe rabûn û birîdar radikirin nexweşxaneyanan. Ji ber hovîtiya êrişan û nebûna derfetan nexweşxaneya Xalid Fecir ya tekane li taxê derfeta derman peydakirin û dermankirina birêndaran bi demê re winda kir. Me ji roja yekemîn ji êrişan de hemahengî bi Heva Sor A Sûriyê re û Xaça Sor a Navnetewî re jî kir, lê heta niha tu bersiv ji aliyê wan ve nehate dayîn.”

‘Ambulans hatin redkirin’

Hediya di berdewamiya axaftina xwe de ev bilêv kir: “Bi giranbûna şer re û bi windakirina pêşkêşkirina alîkariya mirovî û tendurisî li Helebê, me li vir biryar da ku em 15 Ambulansên Heyva Sor A Kurd derbasî her tu taxan bikin. hemû ambulans ji her alî ve hatin amadekirin û ber bi Dêr Hafir ve çûn. Lê belê ev alîkariya mirovî ji aliyê hikumeta Demkî ve 15 Ambulansên Heyva Sor A Kurd hatin redkirin. Mixabin ji ber wê yekê me nikarî bi nexweşxane û hevalên wê derê re bibin alîkar.”

Hediya da zanîn ku di 11’ê Çile de birîndar û Şehîd gihîştin Dêr Hafirê û ew li bendê bûn û got: “Hevya Sor A Kurd di 11’ê çile de li benda Şehîd û birîndarên ku ji her du taxan derketine bû. Nêzî sed birîndarî û du şehîd ji wan her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anînî. Herwiha birîndar li nexweşxaneyên Reqa, Tebqa û Hesekê hatin belavkirin. Rewşa wan tê şopandin û bi hemû derfet û alîkariyan em û nexweşxaneyan bi hev re dibin alîkar.”

Hevseroka Heyva Sor A Kurd Hediya Ebdulah axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga me ew ku Xaca Sor a Navnetewî û hemû rêxistinên tenduristî yên navnetwî bi erkê xwe rabin û bêdeng nebînin. Pêwîst e weke her car li hember sûcên şer yên ku tên kirin bê deng nemînin. Herwiha destekê bidin Heyva Sor A Kurd, ji ber ku di vê demê de barê herî giran li ser milê Hevya Sor A Kurd e.”

Hêjayî gotinê ye ku sê endamên Heyva Sor A Kurd li Helebê hatin girtin û navê wan wiha ne: Yûsif Henan Hamoko – Ajokarê Ambûlansê

Ebdulrehman Ebdo – Hemşîre

Ramî Hisên El-Elî – Berpisyarê Tîma Bijîşkî

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.