Ayşa Silêman/ Dêrik
Fatima Ebdulxenî diyar kir bi salan e belgeyên dîrokî yên girêdayî plansaziya destpêkê ya avakirina bajarê Dêrikê di destê wê de têne parastin û wiha got: “Heya dawiya temenê xwe ez ê van belgeyên dîrokî biparêzim û dev ji vê mîrasê bernadim.”
Fatima Ebdulxenî keça Hecî Ebdurehman Ebdulxenî ye ku yek ji damezrînerê bajarê Dêrikê ye, Fatima li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye temenê wê zêdeyî 80’î salî ye, ji zarokatiyê ve heya niha dev ji mala xwe bernedaya û wê wek mîrasekî ji keda bavê xwe dibîne, dema zarok bû dihat bîra wê çawa dergehê mala wan ji her kesî re vekirî bû û destek didan her kesî, di heman demê de ew zarok bû bavê wê behsa dîroka siyasî ya Sûriyê jê re dikir. Li gorî Fatma dibêje wê zarokatiyeke gelekî xweş derbas kir ji ber ku gelê bajarê Dêrikê wek malbatekî bi hev re jiyan dikirin bêyî ku ferq û cûdahî bi ruhê evîn û aştiyê bi hev re dijiyan.
Di derbarê jiyan û belgeyên dîrokî yên plana destpêkê ya bajarê Dêrikê Fatima Ebdulxenî keça Hecî Ebdurehman Ebdulxenî ye ku yek ji damezrînerê bajarê Dêrikê ye, ji Rojnameya me re axivî.

Belgeyên Dîrokî yên bajarê Dêrikê
Fatima Ebdulxenî da zanîn ku belgeyên dîrokî di arşîfên dîrokî yên bajarê Dêrikê de diparêzin û wiha got: “Dema ku em van belgeyên kevin lêkolîn dikin, em dibînin ku ew plana yekem a belgekirî ya bajêr temsîl dike, ev yek dibe isbateke dîrokî ya pêşketina Dêrikê ji wê demê ve. Ev plan di sala 1949’an de hatiye çêkirin û bi baldarî hatiye belgekirin, topografiya Dêrikê di wê demê de nîşan dide, di nav de Çemê Dêrikê, ku di navenda bajêr re derbas dibû û baxçeyê leşkerî yê Fransî ku wê demê yek ji nîşaneyên wê yên berbiçav bû. Ev nexşe belgeyek fermî ye ku ji hêla dewleta Sûriyeyê ve hatibû derxistin, bi mohra Komara Sûriyeyê hatiye mohrkirin, bi vî rengî girîngiya wê ya dîrokî wekî çavkaniyek ku nîşaneyên bajêr di wê demê de belge dike zêde dike.”
‘Bajarê Dêrikê bi pirrengiya çandî tê naskirin’
Fatima Ebdulxenî axaftinên xwe berdewam kirin û wiha got: “Li Dêrikê, têkiliya di navbera niştecihên wê yên Kurd, Ereb, Suryanî, Kildanî û Ermenî de xurt bû, bi têgihîştin, biratî û jiyana hevbeş dihat naskirin, ku ev yek yekîtiya civakî û pirrengiya çandî dida xuyanî kirin. Bi temsîlkirina têkiliya bi eşîrên Ereb re, di nav de eşîra Şemera, Şêx Hemîdî Deham El-Hadî El-Cerba, serokê rehmetî yê eşîra Şemer, roleke pir girîng di avakirina evîn, aştî û biratiyê di navbera gelê Rojava de lîst. Kurê wî, Şêx Maneh Hemîdî Deham El-Hadî El-Cerba, li ser vê rêyê berdewam kir da ku Rojava bimîne sembol û mînakeka jiyana hevbeş.”
Parastina belgeyên dîrokî
Fatima Ebdulxenî dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Heya dawiya temenê xwe ez ê van belgeyên dîrokî biparêzim û dev ji vê mîrasê bernadim, pêwîste her yek ji me xwedî li axa xwe derkeve û derfetê nede dijmin ku dest bavêje çand û mîrasên me. Ez hêvî dikim ku dengê gelê kurd li Sûriyeyê bibe yek û li dora yek maseyê bicivin ku xizmeta doza Kurd bikin.”







