Viyan Egîd/Qamişlo
Rojnamevan Aso Bêkes diyar kir ku serhildanên li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî vejîn bûye û çirûska wê ji bajarên Melek`şah, Îlam, Kirmanşah û bi gelemperî bajarên Rojhilatê Kurdistanê şewq daye û wiha got: “Wê guhertina desthilatdariya Îranê pêk bê, ji ber ku rejîma Îranê hem ji aliyê aborî û hem jî aliya siyasî ve têkçûye.”
Xwepêşandanên ku ji 28`ê kanûna 2025`an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin. Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin ku di roja 14`mîn a xwepêşandanan de, hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşandanan kir. Xwepêşandana gelên Îranê li 512 navçe, 180 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.
Bîlancoya 14`e rojên xwepêşandanê
Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 14 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 311 xwepêşander hatine binçavkirin, herî kêm 57 xwepêşander hatine kuştin, 7 ji wan zarok in û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne. Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine girtin de zêdetirî 167 jê zarokin û temenê wan ji 18 salî û jêr de ne. Her wiha 48 jê xwendekarên zanîngehê ne.
Rêjîma Îranê dixwaze berxwedaniyê bişkîne û komkujiyan pêk bînin
Di roja 10`emîn a xwepêşandanan de xelkê bajarokên Avdanan û Melekşahî ku bi rojan di nava berxwedaniyê de bûn, li beramberî êrişên dewleta Îranê mafê xwe yê parastinê bikar anîn. Êrişên rejîmê bi berxwedaniyek mezin şikandin. Hêzên rejîmê neçar man xwe ji gelek taxan bi paş ve bikişînin. Di halê hazir de hêzên dewletê nikarin bikevin ti taxeke bajarên Avdanan û Melekşahî. Rejîm car bi car bi êrişên cuda dixwaze vê berxwedaniyê bişkîne û komkujiyan pêk bînin. Gelek ji hêzên ewlekariyê jî di nava qereqol û saziyên dewletê de ji tirsa dernakevin û ketine pozisyona parastinê. Bi taybet bi destpêkirina şevê re hêzên rejîmê dixwaze hêza gel bişkîne lê heta niha nekariye. Ne tenê li van her du bajarokan li navenda Îlamê jî berxwedaniyek mezin heye û gel heta serê sibê li kolanên xwe nobetê digirin.
Yên ku pêşengiya şerê kolanan bi rejîmê dikin dîsa jin in
Gelek baregehên leşkerî, qereqol û avahiyên walitiyan li piraniya bajaran tên şewitandin. Heta serê sibê li kolanên Îlam, Kirmaşan, Tehran, Şîraz, Meşhed û gelek bajarên din di navbera hêzên dewlet û xelkê de şer diqewime. Her şev jî bajarên nû li ser zêde dibin. Jixwe piranî di wexta şevê de gel li kolanan li ber xwe didin. Rojhilatê Kurdistanê va rojên dawî li ser Îlam û Kirmaşanê her wiha sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tevgerek hewayî ya kobra û skorskiyan jî heye. Ev tevgera hewayî ya dewleta Îranê dibe ji bo tirsandinê xelkê û xwepêşandanan jî be. her wiha yên ku herî zêde niha li kolanan pêşengiya şerê kolanan bi rejîmê dikin dîsa jin in. Jin rengê çalakiyan jî diguherînin. Tevlîbûna jinan dibe sedem ku tevahiya civakê li pey wan bimeşin û bi bajar yan jî beşek civakê re sînordar nemîne.
Di hemû dirûşmeyan de peyva Azadî herî zêde tê bihîstin
Dirûşmeyên serhildanan nîşan dide ku gel êdî rejîma heyî naxwaze. Di hemû dirûşmeyan de peyva Azadî herî zêde tê bihîstin. Ev yek nîşan dide ku jin, ciwan û tevahiya gelên Îranî çiqas têhniyê azadiyê ne. Ji bo bidestxistina azadiya xwe amade ne canê xwe jî feda bikin. Bê tirs û du dilî berê xwe didin kolanan. Ji bo wê jî mîsogere ku wê sala 2026`an bibe sala azadiya gelên îranî ji zilm û zordariyê. Buhara 2026`an buhara pêkhatina hêviyên gelên îranî ye û ya em dibînin meşa bi lez û bi israr a ber bi wê ve ye.
‘Bi sedan welatî hatine qetilkirin an jî bi riya darvekirinê hatin cezakirin’

Di vê çarçoveyê de Rojnamevam Aso Bêkes ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Piştî ruxandina Şahê Îranê û damezirandina rejîma Îranê, heta roja me ya îro, gelê Kurd qirkirinê re rû bi rû may e. Bi salane, sedan ciwanên Kurd bi polîtîkayên rejîma Îranê tên bi darvekirin. Ji aliyê aborî dewleta Îranê gelê Rojhilatê Kurdistanê bi birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin. Ji koçberiya derveyî welat bûye karekî rojane ji bo welatiyên Rojhilatê Kurdistan ê. Di vî sedsala desthiladariya rejîma Îranê de, bi sedan serhildanên gel li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîmê pêkhatiye. Serhildanên gel yên dawiyê, rêjîma bi şêwazekî howane destwerdanê mafên gel yên xwezayî dike. Her serhildanên ku pêkhatibû, bi sedan welatî hatine qetilkirin an jî bi riya darvekirinê hatin cezakirin. Serhildanên dawiyê bi dirûşmeya “Jin, Jîyan, Azadî” de destpêkir û heya niha bi tûndî berdewam dik e. Serhildanên gel yên niha berdewam dikin, heman serhildanên li ser şopa Jin, Jîyan, Azadî vejîn bûye û çirûska wê ji bajarên Melekşahî, Îlam, Kirmanşah û bi gelemperî bajarên Rojhilatê Kurdistanê bandor kiriye. Îro bajarên mezin weke Têhran, Tebrîz, Kirman, Şîraz, Isfahan, Xorasan, Yezd, Ehwaz û Benderbas berdewam dike. Aliyê Rojhilatê Kurdistanê de, bajarên weke Kamyaran, heta niha bi 4 şehîd hatine dayin. Melekşah komkuji û qirkirin li ser gelên sivîl hatiye meşandin û di encamê de 11 şehîd çêbûne. 8’ê berfembara 2026’an heya roja îro internet di tevahî Îranê de hatiye qutkirin.”
“Bi giştî daxwaziya gel gûhertina rejima ku bi hişmendiya olî tê rêvebirin”
Bêkes di berdewamiya axaftina diyar kirk u Bi giştî daxwaziya gel gûhertina rejima ku bi hişmendiya olî tê rêvebirin û wiha pê de çû: “Ji aliyê şîrketa girêdayi DYA`yê bi navê Starlînk hîn bajaran peywendî tên kirin. Leşkerên giredayî rejîma Îranê gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê sivîl qetilkirine. Lê hîna bi awayekî rasterast bilonçoyekê zelal bidest nehatiye xistin. Bi giştî daxwaziya gel gûhertina rejima ku bi hişmendiya olî tê rêvebirin. Bandoriya serhildanên gel yên niha dimeşin wê Jin, Jîyan, Azadî bibe nîşaneya rê. Ew qonaxe ne weke serhildanên ku berê hatibûn têkbirin û wiha xuya ye, wê guhertin bi deshiladariya Îranê pêk bê. Ji ber ku rejîma Îranê hem ji aliyê aborî û hem jî aliya siyasî de têkçûye.
‘Pêwîst e mafê hemû pêkhateyan bê parastin’
Rojnamevan Aso Bêkes di dawiya aqxaftina xwe de wiha anî ziman: “Xwepêşandan û serhildanên gel bi tevlîbûna hemû aliyên demokrasîxwaz ve berdewam dike. Daxwaziya gel bi wan xwepêşandanan ya herî sereke ew e ku pergalekê demokratîk û nenavendî bê avakirin, di heman demê de mafê hemû pêkhateyan bê parastin. DYA`yî û Israîl weke gelek caran ji aliyê rayedarên wan hatine li ser ziman dijî dersthiladariya rejîma Îranê ne. Lê rastiyê de, dixwazin berjwendiyên xwe li Îranê de mîsoger bikin. Pergalekê li gorî berjewendiyên xwe di Îranê de bimeşînin. Êrîşên 12 rojan yên ku Israîle pêkanîbû, ew rastî bi resenî derxist holê de. Israîl û DYA`yî bi hevkariyekê li ser berjewendiyên xwe di navenda Îranê de dimeşînin. Ew çiqas li ser xwepêşandan bandor kiriye mijara nîqaşê ye. Herî dawî jî gelên Îranê hem Israîl, DYA û bi taybet jî Rusya re, bîrekê wan ya dîrokî ava bûye. Serdemên xwe de, gelek kiryarên xerab û komkujî li serê gelên Îranê de meşandine. Ji ber wê sedemê jî nayê bawerkirin ku DYA û Israîl bikare destwerdanê pergala nû ya Îranê de bike. Ji ber ku civaka herêmê pergala Dewlet-Netew weke berê napejirînin.”






