Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi 10 hezaran kes cenazeyên şehîd Ziyad, Brusk û Malik li Kobanî oxir kirin

13/01/2026
in NÛÇE
A A
Bi 10 hezaran kes cenazeyên şehîd Ziyad, Brusk û Malik li Kobanî oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Bi deh hezaran kes ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Ziyad Heleb ku yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, her wiha şervanên bi navê Birûsk û Malik, bûn

Bi deh hezaran kes ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav wan de Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî jî hebûn, cenazeyên fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb û du şervanan Brusk û Malik ber bi goristana şehîd Dicle ya li bajarê Kobanî yê herêma Firatê ve birin.

Fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê, Ziyad Heleb (Ziyad Qadûr), di 10`ê Çile de di berxwedana li Şêxmeqsûd a Helebê de şehîd bû. Di heman rojê de, şervan Malik (Elî Mihemed) li Tebqayê dema ku erkên xwe yên leşkerî pêk dianîn, û Brusk Mexarac (Behcet Îbî) jî di 1`2ê Çile de li Kobanî şehîd bûn. Her wiha ji bo du endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê, Gerîla Amara û Leyla Qasim, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Li goristana şehîd Dicle, qad bi deh hezaran niştecihan, li gel rayedarên Rêveberiya Xweser, rêveberên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên partî û rêxistinên siyasî, jinan, ciwanan, olî, civakî, çandî û hunerî, her wiha serokên eşîr, qebîleyan û rûspiyên wan tijî bû. Ev yek yekîtiya îradeya gel û biryardariya civakê ji bo berdewamiya rêya şehîdan û parastina rûmeta herêmê temsîl dike.

Beşdarên merasîmê wêneyên şehîdan hilgirtin û dirûşmeyên “Bi can bi xwîna em te re ne hey şehîd” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” qîr kirin.

Dema ku cenaze gihîştin Goristana Şehîdan, cenaze li ser milên xwe hatin hilgirtin. Li wir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêzgirtin û fedayitiya şehîdan rêzgirtinek leşkerî pêşkêş kirin.

Hevserokê Malbatên Şehîdan Mustefa Îto di merasîmê de axivî û got: “Em hemû şehîdan di şexsê van fedayin mezin de bi bîr tînin. Wan şev û roj herêm û gel parastin. Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Suryan îro li vê goristanê li hev civiyan da ku ji hemû cîhanê re îspat bikin ku ew yekgirtî ne û ji bo edalet û demokrasiyê têdikoşin, ji aliyê din ve jî têkoşîna xwe ya berdewam li ser şopa şehîd Ziyad û hevalên wî piştrast dikin.”

Di heman demê de Hevserokê Meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman wiha anî ziman: “Niştecih û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina mafê xwe yê jiyana bi rûmet berxwedanek wêrek nîşan dan. Sivîlên bêçek, li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn rawestiyan. Êrişa ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hedef girt, li dijî hemû peymanên navneteweyî ye û bi sûcên şer, kuştin û rûreşiyê re hat ku sûcdar berpirsiyariya wan a qanûnî û exlaqî digirin ser xwe.”

Hevserokê Meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne êrişeke normal bû û wiha  got: “Çar hêz beşdarî wê bûn: DAIŞ ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû çekdarkirin û bi rêxistin kirin; hikûmeta demkî, ku pişta wê peyda kiribû; hêzên navneteweyî, ku bêdeng man. Berxwedana li Şêxmeqsûdê derewîna îdiayên rêxistinên navneteweyî yên ku bi navê mirovahiyê diaxivin îspat kir, ew êdî nikarin gelên demokratîk bixapînin. Eger kêmasiyek ji aliyê min ve hebe, ez rexneya xwe pêşkêş dikim; ev peyama min e ‘Kî dikare vê îradeyê bişkîne’?.”

Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ne Konseya Ewlekariyê, ne Rêxistina Mafên Mirovan û ne jî Neteweyên Yekbûyî nikarin biryarekê bidin; tenê gel dikare biryar bide. Wan qanûn tenê ji bo parastina xwe çêkirine. Ji ber vê yekê, divê em rêxistinên xwe yên parastin û berevaniyê xurt bikin. Êrişkar dewleta Tirk e, şam nikare vê êrişê bike. Wan bi deh hezaran leşkerên kirêgirtî, wesayîtên zirxî û topan êrişî taxan kirin. Dirûşmeya me jî eve ‘Em ê heta nefesa dawî xwe biparêzin, da ku em bi rûmet bijîn’.”

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê da zanîn ku erka wan parastina gel û herêmê ye û wiha got: “Em ji bo her rewşekê amade ne, em ê vê axê neterikînin. Erka me parastina gel û herêmê ye, em ê bêyî dudilî van erkên xwe bidomînin. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê careke din venegere rewşa xwe ya berê. Heta ku biryarên hêzên navnetewî qirkirina gelan be, divê em ji her tiştî re amede bin. Di kesayeta heval Ziyad, Leyla, Gerîlla, Malik, Birûsk û gelek hevalên şehîd ku niha em navê wan nizanin û em ê pêşerojê bizanin bejna xwe ditewînin. Divê tevahî hêzên ewlekariyê peyama heval Ziyad bizanin. Li gorî wê tev bigerin. Bizanin bi sed hezaran şervanên wekî wan hene. Dixwazin bi moralê gel bilîzin, lê bila bizanin moralê gel ji ku çêbûye. Îro li Îranê jî ji ber gel li hemberî zilmê serî nedanîne, dixwazin gel tune bikin.”

Di heman wextî de Endamê Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li kêleka fermandar Ziyad Heleb şer kir û birîndar bûye Harûn Kobanê jî wiha qala berxwedana taxan kir: “Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerekî bêexlaq, bêçand hat meşandin. Bi destê DAIŞ û dewleta Tirk bû. Bi tank û topan, çekên giran, balafiran êriş kirin. Heval Ziyad got “Berxwedan Jiyan e, emê heta mirinê li ber xwe bidin. Me jî bi wî re biryar da. Gelê me diavêtin kolanan, ji bo ku vîna me bişikê. Lê vîna me neşikest. Dewleta Tirk şer kir, di tankên îmhakirî de leşkerên Tirk hebûn. Tenê du tax di destê me de bûn. Lê vîna me xurt bû. Me fikra Rêber Apo xwendiye. Herî dawî çekên me kêm bûn, çekên kîmyawî bi kar anîn, lê vîna gelê me xurt bû. Gel li ber xwe da. Ev peyv her tim li ser zimanê me bû. Ji ber ku gotina şehîdan bû. Em soz didin gel em ê tola hevalan hilînin, şopa wan bidomînin.”

Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” cenazeyên şehîd Ziyad Heleb, Birûsk û Malik spartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.