Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li kantona Cizîrê bi hezaran gel bi ruhê şehîd Ziyad û rêhevalên wî daketin qadan

13/01/2026
in NÛÇE
A A
Li kantona Cizîrê bi hezaran gel bi ruhê şehîd Ziyad û rêhevalên wî daketin qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li kantona Cizîrê meşeke girseyî di bin dirûşmeya “Bi rihê qehremantiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em azadiya gelan misoger bikin” komkujiyên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji aliyê hikumeta demkî pêk hatin, li bajarê Qamişlo û Dêrikê hatin şermezarkirin, herwiha ev meş bi hemdemiya merasîma Şehîd Ziyad Heleb û şehîdên ku li bajarê Kobanê hatin oxirkirin, hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, herwiha bi hemdemiya merasîma Şehîd Ziyad Heleb û şehîdên ku li bajarê Kobanê hatin oxirkirin, bi hezaran şêniyên Amûdê, Tirbêspiyê, Tilhemîs û Qamişlo, endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl û bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di bin dirûşmeya “Bi rihê qehremantiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em azadiya gelan misoger bikin” ji ba çarxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo meşiyan.

Meş bi rawestandina deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê pekrewanan, li çarxerêya şehîd Rûbar veguherî mitîngê. Piştî ku meş veguherî mitîngê axaftina şehîd Ziyad Heleb hat guhdarkirin, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mahsûm Hesen axivî û wiha got: “Ez di şexsê şehîd Ziyad Heleb hemû şehîdên rûmetê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Îro gelê me di kêliyên dîrokî re derbas dibin ku şerekî cîhanî yê sêyemîn li ser erdnîgariya Kurdistanê tê kirin. Qedera gelan di vî şerî de tê nivîsandin, lê gelê ku li ber xwe bide ew ê çarenûsa xwe diyar bike. Bê guman berxwedana dîrokî ya ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ku di kesayeta şehîd Ziyad û rêhevalên wî de hate raberkirin, destkeftiyên mezin pêk anîn. Rûxmî ku li ser ragihandinên dijber şerekî taybet hat meşandin ku hemû sûcên çeteyan dihat veşartin û gotin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket, lê hêz û gelêm me di wan her du taxên biçûk de, tanko û topên hêzên mezin ên ku piştgiriya wan çeteyan dikir, têk birin û serkeftin bi xwîna xwe tacîdar kirin.”

Di meşa li bajarê Dêrikê jî gel, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, xwendekar, mamoste û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn. Meş ji Qada azadî bi siloganên ‘Şehîd Namirin, Berxwedan Jiyane’ dest pê kir û li Navenda Ciwanan veguherîn mîtîng. Tê de jî li ser navê Rêxistina Herêma Cizîrê Mihemed Ebdurhîm axivî û wiha got: “Di şexsê şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de em bejna xwe ditewînin, di van her du taxan de destanên lehengiyê hatin nivîsandin û dîrokeke nû hat nivîsandin. Li hevhatinên ku hatîn kirin li ser Şêxmeqsûd têk çûn û komên çete bi bi binketin, yên ku bi serketin û biryara têkoşîn û berxwedanên dan Şehîdên me yên qehremanin. Van herdu taxan li dijî 42 hezar çeteyan li berxwedan ne hikumeta demkî ne jî çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk dikarî îradeya wan bişkîne. Tevî hemû komkujî û kiryarên ku li wir rûdidan hemû cîhanê xwe bêdeng kir bi taybet hêzê netewî, armanca wan ji bêdengiyê ew bû ku gelê Şêxmeqsûd xwe teslîm bikin û bê îrade bimînin û van çeteyên hov li ser me ferz bikin û dixwest şerekî nav xweyî di nav herêmên me de derxe û aramî û aşîtiya ku hatî avakirin hilweşîne. Lê biryara Şehîd Ziyan û Denîz ku barê lehengiyê bigrin ser milê xwe pilanên dijmin têk birin, ji wan re isbat kirin ku ne em in yên ku teslîmkariyê qebûl dikin. Dixwazin hebûna me ji holê rakin lê bi yekîtiya gelê kurd û destek dayîna herçar parçeyên Kurdistanê em ê biser bikevin û bigihêjin aştî û aramiyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.