Navenda Nûçeyan
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ziyad Heleb bi sekna xwe ya berxwedêr li hemberî dijminê hov rawestiya û bi van gotinan helwesta xwe ya dîrokî raber kir; “Em ji bo rûmeta gelê xwe li vir in û giyanên me ji bo wan qurbanî ne. Li vir em rûmet û hebûna gelê Kurd diparêzin.” Wî bi vî ruhê fedakar şer kir û di 10’ê Çileyê de şehîd bû.
Ji 6’ê Çileya 2026’an vir ve, komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê, bi karanîna cûrbecûr çekan û taktîkên hovane, êrişî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dikin. Bi piştgiriya rasterast a dewleta Tirkiyê, van koman êrişên hewayî û bejahî yên dijwar li ser gelê her du taxan, pêk anîn. Li hember van êrişan, gelê berxwedêr û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li her du taxan, ketine şerekî parastinê û derbên giran li van koman dane. Di encamê de gelek tank û wesayîtên zirxî yên dijmin hatine îmhakirin û di operasyonên cûrbecûr de hejmareke mezin ji çeteyan hatine kuştin. Bi her têkçûnê re, dijmin êrişên xwe yên li ser sivîlan zêde kiriye û rêbazên hovanetir bikar aniye. Li hember vê yekê, gel û hêza Ewlekariyê berxwedanek bi israr û biryardar nîşan dane.
Ziyad Heleb û hevalên xwe rêya şehadetê li şûna teslîmbûnê hilbijartin
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ziyad Heleb, bi ezmûna xwe ya berfireh û zanîna xwe ya berhevkirî, ji destpêkê ve di şer û berxwedanê de roleke pêşeng girt ser xwe. Di her qonaxa şer de, li kêleka hevalên xwe û gelê xwe şer kir, wekî çavkaniya moral û berxwedanê xizmet kir. Ji çeperekê ber bi çepereke din ve diçû, li kêleka şervanên xwe şer dikir û li her kolan û kuçeya Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê berxwedaneke dîrokî dimeşand. Heta kêliya dawî ya vê berxwedana mezin, ew û hevalên wî li hember hemû êrişên li ser gel sekinîn, rêya şehadetê li şûna teslîmbûnê hilbijartin, siyaseta teslîmbûnê red kirin, rêya fedakarî û têkoşînê pejirandin û bi helwestên xwe yên qehremanî berxwedana dîrokî tacîdar kirin.
Xizmetkarê gel û welatê xwe bû
Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb, di sala 1988’an de li bajarê Efrînê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz a ji 6 xwişk û birayan pêk dihat de, mezin bûye. Di ciwaniya xwe de, di hawîrdorekê de ku bi ruhê resen ê Kurdewarî tijî bû, mezin bûye. Li ser vê bingehê jî wî her tim hewl daye ku li rêyên xizmetkirina gel û welatê xwe bigere. Lewra bi destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011’an de, ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û beşdarî berxwedana Helebê bû. Di salên di navbera 2011 û 2015’an de, Heleb rastî êrişên dubare yên rejîma Baas a têkçûyî û komên çete yên cûrbecûr hat, ev yek jî gel teşwîq kir ku ji bo parastina xwe şerekî şoreşgerî bide destpêkirin. Fermandar Ziyad di dilê vê berxwedanê de bû, operasyonên meydanî yên bi bandor pêk anî û ezmûnek leşkerî ya berfireh bi dest xist, nemaze di şerên kolanan û taxan de. Wî bi serkeftî hemû êriş têk bir û di têkoşîna ji bo gelê xwe de mînakek fedakariyê danî.
Fermandar Ziyad pêşengê her berxwedaneke bû
Pêşveçûna Fermandar Ziyad ne tenê di warê leşkerî de sînordar bû, lê di warên rewşenbîrî û siyasî de jî. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî û dilsoz, wî dilê hemû hevalên xwe qezenc kir û di nav gel de roleke pêşeng lîst. Bi saya welatparêziya xwe ya rastîn, ew li hemû deverên ku lê şer kir, pir dihat hezkirin û gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêwendiyek taybet û kûr bi wî re hebû. Herwiha ji dema ku ew tevlî têkoşîna azadiyê bû, bi berdewam pêş ket, gihîşt astek bilind a rêvebirinê û di warê leşkerî, rewşenbîrî û siyasî de girîngiyek bi dest xist. Ew her gav ji mezinahiya karesata ku bi serê gelê wî de dihat haydar bû û erkên xwe di têkoşînê de bi berpirsiyariyê pêk anî. Fermandar Ziyad bi giyanekî fedakariyê li her cihê ku hebûna wî pêwîst bû beşdar bû. Herî dawî qehreman Ziyad Heleb ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xizmet dikir, di 10’ê Çileya 2026’an de, di berxwedana dîrokî ya li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de bi ruhekî fedakar şer kir û gihîşt astê şehadetê.
‘Li vir em rûmet û hebûna gelê Kurd diparêzin’
Demek kurt berî şehadeta xwe, Fermandar Ziyad Heleb helwesta xwe ya dîrokî bi van gotinan anî ziman: “Em kurên vê axê ne; em li vir ji dayik bûn, em li vir mezin bûn û em ê li vir bimînin. Em qet ji bo kesî nebûne pirsgirêk. Em bi salan e li van taxan bi gelên wan re di aştiyê de dijîn. Lê heke hêzên dijmin li dijî me şer îlan bikin û provokasyon û êrişên xwe yên leşkerî bidomînin, destên me nayên girêdan. Em soz didin ku em gelê xwe biparêzin û em ê nehêlin kes wan zilm bike. Em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin. Me biryar daye ku em şehadetê qebûl bikin û tu bijarteyek din li cem me tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê gavekê jî paşve nekişin û em ê heta ku nefesek ji me re bimîne şer bikin. Divê berxwedana me were dîtin. Em ji bo rûmeta gelê xwe li vir in û giyanên me ji bo wan qurbanî ne. Li vir em rûmet û hebûna gelê Kurd diparêzin.”
Bi serbilindî û rûmeteke bêdawî doza Kurdistaneke azad parast
Heta kêliya dawî, têkoşêr û fermandar Ziyad bi wêrekî li hember dijmin sekinî û qet teslîm nebû. Wekî şervanekî şoreşger û dilsoz, her tim helwesta xwe ya şoreşger parast û tu carî li hember neheqî û zilmê serî netewand. Wekî di tevahiya têkoşîna xwe de, wî li Şêxmeqsûdê pêşengiya berxwedanê kir, bi serbilindî û rûmeteke bêdawî doza Kurdistaneke azad parast û her tawîzek ji polîtîkayên teslîmbûn û xiyanetê yên ku dijmin hewl da ferz bike, red kir.






