Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mûzîk ruhê civakê û zimanê cîhanê ye

13/09/2019
in Uncategorized
A A
Mûzîk ruhê civakê û zimanê cîhanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê Komîteya Çand û Huner Cemîl Ehmed diyar kir ku, divê nifşên nû çand û hunera xwe baş nasbikin û lê xwedî derkevin û got; ji bo ku gel û bi taybet ciwanên nû hatî bi çanda xwe ve were girêdan, divê em di dilê wan de eşqa hunerê biçînin.

Dilîn EHMED/Ronahî Qamişlo

Berdevkê Komîta Çand û Huner Cemîl Ehmed diyar kir ku, bi armanca pêşxistina çand û hunerê ew her hefteyê şahiyekê li dar dixînin.
Ji ber ku bandora çand û huner li ser mirovan pir e, rola wê di civakê de girîng e. Bi armanca pêşxisitna kar û xebatê çandî, navenda Mihemd Şêxo a çand û huner ya bajarê Qamişlo, bi alîkariya Desteya Çand û huner her heftiyê roja Înê li baxçeya Avêsta ji saet 8 heta 10`an şahiyekê li dar dixin. Bernameya şahiyê jî wiha ye: Her hefteyê stiranên filklorî, helbest, pêkenok û li ser jiyana kesayeteke navdar yê kurdî tê xwendin, ev piroje wê berdewam be heta ku rewşa hewayî nebaş bibe, wê li navendê şahî were dewam kirin.
DIVÊ ÇAND Û HUNERA KURDÎ JI HÊLA NIFŞÊN NÛ VE WERE PARASTIN


Berdevkê Komîta Çand û Huner Cemîl Ehmed diyar kir ku, divê nifşên nû çand û hunera xwe baş nasbikin û lê xwedî derkevin û got; ji bo ku gel û bi taybet ciwanên nû hatî bi çanda xwe ve were girêdan, divê em di dilê wan de eşqa hunerê biçînin, lewra pêwîstî bi çalalkiyên çandî heye. Ji ber ku rejîma Sûriyê û hemû welatên din zimanê kurdî qedexekiribûn, mirov dikare bêje gel hinekî ji çanda xwe dûr ketiye û bi çanda dijmin ve bandor bûne. Ji ber bandora mûzîkê li ser mirovan heye, me xwest di riya şahiyan de vê çandê di nav civakê de belev bikin.
ŞOREŞA ROJAVA DERFET DA KU EM ÇAND Û HUNERA XWE BI RUH BIKIN
Berdevkê Komîta Çand û Huner Cemîl Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: Şoreşa Rojava derfeteke mezin da ku em çand û hunera xwe pêşbixînin, ji ber wê bila her kes baş zanibe ku eger me ev dereft ji destê xwe berdin, bawerbikin wê careke din ev derfet ji me re neyê. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pşxistina ziman, wêje, çand û huner civakê heye. Di dawiyê de dixwazim bêjim, em hêvîdarin ku wê nifşên nû bi kar û xebatên xwe wê çanda civakê pêşbixînin.

Post Views: 28
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.