Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên Zanîngeha Rojava têkildarî êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin

11/01/2026
in NÛÇE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Rojava têkildarî êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek ji bo kriyar û êrişên çeteyên dewletat Tirk û hikumeta demkî dan, paşê meşek li dar xistin û tevlî mîtînga pêşwazîkirina karwanê ku ji Dêrhafirê bûn.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava rêzeçalakî têkildarî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xistin, destpêka çalakiya xwe ya şermezarkirinê daxuyaniyek bi zimanê Kurdî, da.

Destpêka daxuyaniyê wiha bû: “Ev çend roj bûn ku rewşa şer li her du taxên Kurdan Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pir dijwar bû. Hêzên çekdar ên ji Emşat, Hemzat û sultan Murad pêktên, bi rengekî hovane êrîşî her du taxan kir. Ev hêzên çekdar ku bi ser hikumeta demkî ya Sûriyê ne, nehiştin ku alîkarî, xwarin, sutemenî û derman derbasî taxê bibin. Dorpêç li ser taxê ferz kiribûn, tevî ku tu hêzên QSD’ê li wir tune bû, tevî ku tu çekên giran tune bûn, tenê gel û rêveberiya her du taxan bi Asayîşa xwe bi xwe diparastin, lê belê bi çekên giran û êrîşeke hovane êrîşî her du dikirin. Mal hatin rûxandin, cihên olî, nexweşxane hatin armancgirtin, jiyan hat rawestandin û bi hezaran xwendekar ji xwendinê hatin qutkirin. Ev kiryar digihên asta binpêkirinên şer û kiriyarên dermirovî.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ev hemû kiryarên hovane li pêş çavê dunyayê hatin kirin, li pêş çavê saziyên mafê mirovan hatin kirin û hemû hezên navdewletî tenê di rewşa temaşevan de bûn. Hikûmeta demkî ya ku li aliyekî peymanên lihevkirinê dixwest bike û li aliyekî bi destê leşkerên xwe komkujiyê li Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê pêkdianî.

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Êrîşa li ser her du taxên Kurdişîn (Eşerfiyê û Şêxmeqsûdê) binpêkirina peymana 10’ê Adarê bû, binpêkirina peymana 1ê Nîsanê bû. Bi dilekî xemgîn em jî weke xwendekarên Zanîngeha Rojava me rewşa her du taxan dişopand û bi her awayê ku ji destê me dihat bi wan re bûn. Em berxwedaniya gel û şervanên berxwedêr pîroz dibînin. Herwiha em wan êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em berpirsyariya wan êrîşên dermirovî dispêrin hikûmeta demkî. Em bangî saziyên mafê mirovan dikin ku bibin xwedî helwest û bila wijdanê we şiyar bibe û rewşa girtî û gelê sivîl ên her du taxên berxwedêr berçav bigire û hesab ji sûcdaran were xwestin.Em weke xwendekarên Zanîngeha Rojaava sersaxiyê ji malbatên şehîdan re, selametiyê ji bo birîndaran û azadiyê ji girtiyan re dixwazin.”

Piştî ku daxuyanî hat dayîn, mamoste, xwendekar û karmendên Zanîngeha Rojava meşek li dar xist. Meş ji Zanîngeha Rojava ya li  Hilêliyê dest pê kir. Bi dirêjahiya meşê xwendekar û hemû meşvan silogan digotin. Siloganên ku dihatin gotin jî ev bûn: “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Bijî berxwedana Asayîşê, Şehîd Ziyad namire, Şehîd namirin, Bimre Colanî û Şeybanî.”

Meş ji Zanîngeha Rojava heya bi Çerxerêya Yûsuf Gulo domand.

Li wir meş veguherî mîtîng, mîtîng bi beşdariya şîniyên bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Mîtîng li ser piyan man heya ku karwanê hin malabar Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kesên ku duh ji Qamişlo ber bi Dêrhafirê rêketibûn, hat.

Bi silogan û moraleke goşdar, xwendekar, mamoste, karmendên Zanîngeha Rojava û gelê Qamişlo bi hemû pêkahateyên xwe ve pêşwaziya kerwanan kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.