Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrik ji 7 salî heya 70 salî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’ Meşeke girseyî komkujî û kiryarên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk şermezar kirin.
Şêniyên bajarê Dêrik û gundewarên wê ji 7 salî heya 70 salî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedna Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’ bi sekin û moralekî bilind meşeke girseyî li darxistin û di meşê de komkujiî û kiryarên ku hikumeta demkî li ser gelê kurd pêk anîn şermezarkirin. Di meşê de bi yek dengî bang dikirin ku ew ê hertim li ser piyan bin û dev ji doza xwe bernadin.
Meş ji Qada azadî Destpê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherîn mêtîngê, di destpêka mêtîngê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Paşê li ser navê Meclisa Koçberên Efrînê Meryem Mehmûd axivî û wiha got: ” Em îro li ser piyan sekinîne bi deng û moralekî ku ji dengê tang û topan bilind tir bang dikin, em ê tu carî xwe bêdeng nahêlin û ev kesên ku komkujiî li ser sivîlan pêk anîn divê li pêşiya herkesî werin dadgeh kirin. Lehengên kurdan bi tîpên zêrîn dîrok nivîsandine û em ê bi qehremanî li ser şopa wan bin. Du taxên piçûk li pêşiya du dewleta şerkirin û heya dawiyê li ber xwe dan. Tişta ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dayîn siyaseteke hovane bû li dijî gelê qehreman da ku wan qirbikin û îradeya wan bişkînin. Lê ne ketine di wê baweriyê de ku gelê kurd ev 14 salin têkoşînê dikin û li hember dijminan şer dikin û bi hezaran keç û xortên wan gihiştin asta şehadetê. Lê hemû cîhanê dît ku çawa destanên dîrokî hatin nivîsandin, çeteyan bi hemû tang û topên xwe ev 6 roj bûn li dijî 300 kesî şer dikirin.”
Meş bi siloganên ‘Na ji kuştin û qirkirinê re, Bimrin dijmin û xayîn’ bidawî bû.






