Esmahan Gedro/Reqa
Di 6`ê çileya 2026`an de çeteyên hikûmeta demkî û hevkarên wî DAIŞ û dewleta Tirk bi awayek hovene êrîşê herdû taxên Helebê, Şexmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Diwan êrîşan de hijmareke zêde şahadet û birîndar çêbûn.
Di 6`ê çileya 2026`an de çeteyên hikûmeta demkî û hevkarên wî DAIŞ û dewleta Tirk bi awayek hovene êrîşê herdû taxên Helebê, Şexmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Diwan êrîşan de hijmareke zêde şahadet û birîndar çêbûn. Di êrîşên hovane de, jin û zarok ji aliyê çeteyan ve bi awayek hovane bûn qurbanî. Her dû taxên ku ji aliyê çeteyan ve bi her cûre sîlehên giran û bi tang û topan ve hat bombebarankirin. Dixwastin ku bi teslîmiyetê îradeya gel bişkînin.

Di encama van êrîşan de gelek birîndar û şehîdên sivîl çêbûn zarokên bi temen biçûk pênc rojan bê xwarin bê nan û av bûn,di derbarê tiştê ku li her du taxan hatiye qewmandin xelkê berxwedan şêx meqsûd û Eşrefiyê yê ku duh berê xwe dane qaden Rêveberiya xweser ji rojnameya me re tiştên ku diwan 5 rojan de jiyankirine parvekirin.
‘Armanca êrîşan tunekerina kurdan bû’
Ciwanê bi navê Hemze ku ji Şêxmeqsûd’ê bi karwanan re derbasê herêma Rêveberiya xweser bûye. Diyarkir ku” Armanca êrîşên li ser taxên kurdan, tunekirina kurdan bûn. Tiştên ku li Efrînê kirin li Şehba û herê dawiyê jî li Şexmeqsûd û Eşredfiyê li ser me pêk anîn. Îro mafê dewleta Tirk û çeteyên wî tuneye ku êrîşê heremên me bikin û axa me dagir bikin. Gelek caran rûxmê ku êrîş ser me de dihatin lê wek hêza ewlekariya hûndirîn tu bersivê nedida wan. Armanç ew bû bi wan komkujiyan îradeya gel teslîm bigrin”.
Hemze got ku” Gelê herdû taxan bi êrîşeke singe sing re rû bi rû nehatin, raste rast bi balafir û çekên giran hatin hedefgirtin, mal û nexwaşxane hatin bombebarankirin, gelek ciwanên ku dixwastin xwe biparêzin ji aliyê çeteyan ve dihatin hedefgirtin, heta niha gelek ciwanên ku aqubeta wan ne diyarin hene. Gel bi tehdîtên ku “Xinzîr” xwe radestê me bikin, heger hûn xwe radestê me nekin emê yek ji we nehêlin. tenê daxwaza me ew e ku êdî bila xuyn nerjê bila ev êrîş bên seknandin.”

‘Dîmenên komkujiya Helebê ji bîr nabe’
Zaroka Bi navê Du’a ku 14 salî ye li Şexmeqsûdê dima Wiha got” Heta niha dengê qirîna Çeteyan ku di nav taxan de ya “Allah Ekber” bang dikir û tang û topên wan li ber çavên min naçe. Gelek însan li ber çavên min hatin qetilkirin, zarok dihatin kuştin. Wan dîmenên qetlîaman li ber çavên min naçin. Çeteyan sivîlên k udi nexwaşxanê de mabûn hedef digrin. ”







