Ayşa Silêman/ Dêrik
Xwendekarên dibistanê li bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekî kiryar û komkujiyên dijmirovî yên ku li ser gelê kurd pêk hatin li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.
Xwendekarên dibistanê li bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekî kiryar û komkujiyên dijmirovî yên ku li ser gelê kurd pêk hatin li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hemû xwendekaran bi sekin û îradeyeke xurt bang kirin ku wê li pey doza xwe bin û ji bo civakê wê bibin bingeh.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin rewşa dawî li taxên Eşrefî û Şêx meqsud helwesta xwe ya exlaqî û mirovî didin xuyakirin. Em piştgiriya xwe ya bê dawî jibo gelê taxên Şêx meqsud û Eşrefiyê ên şev û roj li hember êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta şamê li ber xwe didin û ji berxwedana xwe a li hember qirkirinê û tunekirina hebûna xwe nayên xwar û mafên xwe ên rewa yê jiyanek ewle û bi rûmet diparêzin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em piştgiriya xwe bi gelê me yê berxwedêr, hêzên ewlekariya hundirîn û Hêzên Sûrya demokratîk ên ku şev û roj dixebitin ji bo ewlekariya gelê me. Her wiha em hemû cûreyên tundiyê ên ku jiyana mirovan dikin hedef şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ji bo rawstandina êrişên tewanbar ê li ser sivîlan li van taxan.”






