Hêvî Keleş/ Qamişlo
Dayikên berxwedêr ku bûn şahidê berxwedana Bendava Tişrînê û cihê di nav de girtin diyar kirin ku berxwedana li bendavê hat meşandin ne ji rêzê bû, ew berxwedan di rûpelên dîroka Şoreşa Rojava de hat neqişandin û srkeftin misoger kir.
Salek di ser berxwedana Bendava Tişrînê re derbas dibe, ew berxwedanî yek ji qonaxên dîrokî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi wê berxwedanê hat tekezkirin ku herdem îradeya gelan bi ser dikeve.
Berxwedana gel… biryara gel bû
Berxwedan tenê bi komekê ve sînordar nebû, têde jin, ciwan, kal û pîran cihê xwe girtin, di heman demê de ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî berxwedanê bûn. Herwiha li Bendava Tişrînê yekîtiyan gelan a li dijî dagirkeriyê derket pêş. Di berxwedana Bendava Tişrînê de, di encama topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê de gelek sivîl şehîd bûn, rojamevanên ku bi kamîreyên xwe berxwedana bendavê ji cîhanê radigihandin jî bûn armanca êrişên dagirkeriyê. Her ku êrîşên li ser derdora Bendava Tişrînê berdewam dikirin, berxwedan ne tenê bi şervanên hêzên leşkerî ve sînordar bû, gel jî û bi taybet jinên berxwedêr jî li kêleka şervanan cihê xwe di berxwedanê de digirtin.
Derbarê berxwedana Bendava Tişrînê de, dayikên bi navê Emîra Hiso û Şeha Hesarî ku cihê xwe di nava berxwedaniya bendavê de girtin û bûn şahidên berxwedana dîrokî, ji rojnameya me re axivîn û beha berxwedanê kirin.
‘Em ê bendava xwe ji dagirkeriyê biparêzin’

Dayika bi navê Şeha Hesarî li ser tevlîbûna xwe li bendava berxwedanê wiha got: “Çûna me ji bo wir pir girîng bû, ji ber ku dagirkeriyê û çeteyan hewl didan ku bendavê dagir bikin. Wêraniya ku ji ber şerê li herêmê çêbû pir eşkere bû, lê me berxwedana xwe berneda. Hilweşîna bendavê dê ji bo tevahiya gelan karesatek mezin ba. Balafirên şer rasterast em hedef girtin, berxwedana dayikan bersiva van êrîşan bû, herwiha moralê me ji êrîşên wan mezintir bû. Em gelekî banga aştiyê dikin, lê dijmin êrîşên dagirkeriyê yên hovane li dijî me dike. Ji ber vê yekê, hilweşandina Bendava Tişrînê dê ji bo mirovahiyê felaketek mezin be û ji ber vê sedemê, em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin û em ê bendava xwe ji hilweşînê biparêzin. Min rû dîtin ku tevî êrîşan pêşve neçûn, tevî serma, westandin û xetereyê jî berxwedanî dikirin, hemû bi yek dengî digotin ku ev erd ne tenê cihek e, lê belê rûmet, dîrok, bîr û nasname ye.”
‘Ew ne bûyerek demkî ye’

Dyika bi navê Emîra Hiso jî derbarê tevlîbûna berxwedana Bendava Tişrînê de wiha got: “Em ne aliyekî şer in, em xwediyên erd û avê ne, em li wir bûn da ku mafê xwe yê jiyanê biparêzin. Dema ku av û elektrîk di bin gefê de bin, ti ferq di navbera kesî de tune, her kes berpirsiyarê parastina wan e. Em ne ji bo şerkirinê, lê ji bo parastina jiyana xwe li wir bûn, ji ber ku bendav tê wateya mayîndebûne me. Bendava Tişrînê ne tenê xeteke parastinê ye, lê cihekî efsanewî yê azadiyê ye ku bi berxwedana hevbeş a gel hatiye avakirin. Ew kêliyek bû ku ne tenê pevçûnek leşkerî bû, lê îradeya rastîn a tevahiya gelan bû ku li hemberî tofanê raweste, her çend xetera wê dijwar be jî. Di wan rojan de, karker, cotkar, jin, zarok û kal û pîr bi hev re rawestiyan da ku ragihînin azadî ne tenê dirûşme ye, lê kiryarek rojane ye ku di axê de, di bîranîn û rûmetê de lêdide. Di salvegera yekem a berxwedana Bendava Tişrînê de, em li ber yek ji kêliyên herî girîng ên dîroka herêma xwe ne, vê kêliyê nîşan da ku gel, bi hemû cihêrengiya xwe, îspat kir ku îradeya azad ji çekan bihêztir e û hişmendiyeke gelêrî ya hevgirtî ji hemû şêweyên şerê hovane ku dagirkeriya Tirk hewl da li ser civakê di raman, siyaset û medyayê de ferz bike, bihêztir e.”






