Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navenda Çav ya lêgerîna Rapirsînan her tim di tevgerê de ye

11/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Navenda Çav ya lêgerîna Rapirsînan her tim di tevgerê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/Qamişlo

Rêveberê navenda Çavê Rapirsîn Silêman Iliyas diyar kir ku ew lêgerîna Rapirsînan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê digirin dest û wiha got, ‘Armanca navenda me ew e ku em raya gel di derbarê mijarên girîng de bi awayekî fermî diyar bikin.’

Navenda Çav ya Rapirsînê ji 2023’ an ve li Qamişlo hate damezirandin. Herwiha armanca Navenda Çav a Rapirsînê ew e ku raya gel di derbarê mijarên girîng de bi awayekî fermî diyar bike. Navenda Çav navedeke ku têkildarî mijara çavdêrî û girtina nerîna raya giştî xebatên xwe didin meşandin. Di navendê de 25’ endama cihê xwe digirin û her endamek karî wî cûda ye.

Di derbarê kar û xebatên xwe de rêveberê navenda Çavê Rapirsîn Silêman Iliyas ji Rojnameya me re axivî.

‘Destpêka salê karê me rawestiya’

Silêman diyar kir ku destpêka salê karê wan rawestiya û wiha got: “Di destpêka salê de piştî rêjîma nû, karê me rawestiya û tevlîhevî çêbû. Lê niha dîsa karê me baş tê meşandin, em niha zêde guh didin karê Rêveberiya Xweser ji bo nirxandina birêveçûna hemû mijarê jiyanê yê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin. Em zêde berê xwe didin mijarên Rêveberiya Xweser yên karên aborî, şaredariyê, nexweşxane, çandinî, dibistan û tirafîk, em bi van saziyan re didin xuiyakirin ku çi xalên wan yên kêm hebin em wan dişopînin û herwiha kevneşopiyên wan çêdikin, em didin rayedarê Rêveberiya Xweser û hem jî em di malperên xwe de belav dikin. Ji heyva 4 an û 5 an ve me dest bi rapirsînên xwe kirin, ev rêpirsîn jî li bajarên Dêrik, Tebiqa, Reqa, Kobanê, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa û Girkêlegê li van hemû bajaran me dest bi lêpirsînê xwe kirin. Di navenda me de jî gelek beş hene, beşa pilankirin û amadekirina pirojeyan, komkirin û lêhûrbûna agahiyan, beşa meydanî, erşîv û belgekirin, edîtorî û weşandin û hwd… hene.”

‘Çarçoveya kar û xebatên me lêgerîna rapirsînan e’

Silêman Iliyas anî ziman ku çarçoveya kar û xebatên wan lêgerîna rapirsînan e û wiha berdewam kir: “Lêpirsînên me jî wek ku li zanîngehê bi xwendekaran re, mamoste, rêveberiyan em nêrînên wan bi giştî li ser zanîngehê digirin û pirsên xwe ji wan dikin. pirisgirêkên ku derdikevin pêşiya me gelekin, hem hin kes hene ditirsin ji ber rêgerîna me ya rêpirsînê. Herwiha lêpirsînên û gerîna me ne zêde pêşketî ye ji ber vê yekê me navend çêkir da ku di nav miletên xwe de bêtir bi pêş bixin. Di heman demê de girûpên me 11 de ne her 2 bi tena xwe derdikevin. Girûpa ku diçe Kobanê ji 5 kesan pêk tê herwiha ya li Qamişlo jî 16 kes hene û bi giştî ji 25’ endaman navend pêk tê. Raprisînên me heya em digirin dest dem jêre divê heya ku pirsan dinivîsînin ji ber ku her mijarek ji hev cûda ye. Di her lêpirsînekê de em carinan heftiyekê pêve dimînin û herwiha di her du mihan de lêpirsînek çêdibe. Ji xwe niha di dawiya salê de 6 rêpirsînên me çêkirin li ser mijarên herî girîng.”

‘Mijarên ku em digirin dest em wan digihînin Rêveberiya Xweser’

Rêveberê navenda Çavê Rapirsîn Silêman yaso da diyarkirin ku mijarên digirin dest digihînin Rêveberiya Xweser û wiha bidawî kir: “Em dengê cîhanê digihînin rêveberiya xweser herwiha karê me ewe ku em mijarên digirin dest bigihînin rayedaran û saziyên elekdar. Ji xwe niha di dema pêş de mijarên me bêtir li ser rewşa siyasî wê bên sekinandin, ku çi çêbibe em ê li ser wan bisekinin. Di heman demê de cihên ku pirisname lê hatin kirin, li ser şaredariyê ji dîroka 27/4/2025 an heya 4/5/2025 an li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1078 pirisname hatin kirin. Herwiha li ser çandiniyê jî ji dîroka 25/5/2025 an heya 1/6/2025 an li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 645’ pirisname, li ser Pergala trafîkê ji dîroka 6/7/2025 an heya 10/7/2025 an li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 701 pirisname û li ser rewşa aborî ya kesane ji dîroka 21/9/2025 an heya 25/9/2025 li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1013’ pirsname hatin kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.