Stêrk Mihemed/Qamişlo
Goristanên şehîdan, mezargeh, mizgeft û dêrên îbadetê di nava civakan de cihên pîroz in ku pêwîst e hurmet ji wan re bê girtin. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê hemû pîvanên mirovahiyê binpê dikin û cihên pîroz jî wêran û talan dikin.
Her civakek xwedî pîvan, rojên girîng û cihên pîroz e ku pêwîst e rêzgirtin jê re were kirin. Her civakek ango pêkhateyek roj û kevneşopiyên wan hene ku resenî û hebûna wan gelan didin diyarkirin. Herwiha her civakek çand û baweriyên wan cûda ne, ku bi wê rengî di nava civakan de tên xuyakirin û dibin xwedî taybetmendiyên cûdatir. Xweşikbûna Sûriyê bi pirrengiya wê ye. Sûriyê bi cûrbûna gel, netew û pêkhateyên xwe tê nasîn. Di nava Sûriyê de pêkhateyên Ereb, Kurd, Elewî, Durzî, Ermanî û Xiristiyanî jî hene. Yê ku Sûriyê ji dewletên din cûda dike pir pêkhateyên wê ye.
Goristanên Şehîdan, mezargeh, mizgeft û dêrên îbadetê pîvanên mirovan temsîl dikin û li dgorî pîvanên mirovî û exlaqî, herwiha li gorî zagonên navneteweyî talankirin û wêrankirina cihên pîroz sûcek e.
Lê li Sûriyê komên çete ku dorî exlaqê civakî ne û bi zihnyeteke qirker tevdigerin bi awayekî hovane goristanê şehîdan a li herêmên dagirkirî û yên di bin serweriya hikumeta veguhêz de bombebaran dikin û talan dikirin. Ev çete ne tenê hovîtiyê li dijî mirovên zindî dikin, ew li dijî goristanên şehîdan jî hovîtiyê dikin. Van cihên pîroz taêlan û wêran dikin.
Goristana şehîdan a Efrînê
Goristana şehîdan a li Efrînê û gundewarên wê di dema şerê Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên giran hat bombebarankirin û di encamê de goristan wêran bû. Herwiha li gundê Kefirsefrê goristana şehîdan a bi navê Şehîd Seydo ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî giran hate bombebarankirin û piştî dagirkirina EFrînê çeteyên DAIŞ’ê dîsa çareke din goristan talan kirin, kevirên wê şkandin û dizîn. Li gundê Metîna ya Efrînê goristana Şehîdan a bi navê (Refîq) ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat talankirin. Herwiha li bajarê Efrînê goristanên Şehîdan hebûn, ev goristan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî hatin talankirin û bi amûrên giran (tirêkês) bi ser goristana Şehîdan re çûn bi axê re kirin yek û ew goristana şehîdan dozkirin.
Sûcên li dijî mîraseya çandî
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şêx Hemîd a Êzidiyan a li gundê Qestel Cindo a girêdayî Efrînê talan kir û darên bi temen ên li derdora wê birîn. Goristana Şêx Hemîd ji bo Kurdên Êzidî cihekî pîroz e ku di şahî û cejnan de serdana wî dikin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca lêgerîna kevnarên dîrokî çend caran goristan hilweşand. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe li dijî mîraseya çandî ya Êzidiyan pêk tîne. Piştî dagirkirina Kantona Efrînê gelek goristan hilweşandin. Beriya vê jî çeteyên dewleta Tirk mezintirîn mezargeha Êzidiyan a li çiyayê Şêx Berekat a bajarê Derêt Ezê desteser kirin û piştî ku kevneşopên Êzidiyan ji wir derxistin goristan kir navenda çavdêriyê.
Goristana şehîdan li Şehba
piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî, gelê Efrînê berê xwe dan herêma şehba û li wê de bi cihbûn. Careke din di Kanûna 2024’an de herêma Şehaba ji aliyê komên çeteyan ve hate êrîşkirin û dagirkirin. Bi koçberiya duyemîn a gelê Efrînê re gelek komkojî û binpêkirin li ser gel hate kirin. Piştî çeteyên DAIŞ’ê Şehba dagirkirin berê xwe dan goristan şehîdan a li Ehrezê û ew cihê pîroz talan û wêran kirin.
Giristana Şehîdan li Minbic
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Kanûna 2024’an de bajarê Minbicê dagir kirin. Bi dagirkirinê re dest bi dizî û talankirina milkên giştî û taybet kirin. Li bajarê Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker kevirên goran ên li Goristana Şehîdan talankirin û dizîn. Diziya keviran û xerabkirina gorên Şehîdan di çarçoveya siyasetên plankirî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên têkbirina sembolan de têne kirin.
Goristana Şehîdan a Şêxmeqsûd
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, goristana Şehîdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi roketan topbaran kirin, di encamê de ziyanên mezin çêbûn. Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê, di 22’ê kanûnê de bi tankan û topan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin, di encamê de jinek şehîd bû û 19 kes birîndar bûn.
Dêra Mar Elyas li Şamê
Di 22 Hezîrana 2025 de encama êrişa xwekuj ya li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. kesekî xwekuj xwe di hundirê dêrê de teqand, di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û agir bi avahiyê ket. Heya vê demê jî tu kesê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe. Ev êriş yek ji êrişan herî tund bû ku nava çend mehên dawî de li Şamê pêk hat, sedema vê yekê jî neqebûlkirina pêkhateyan û kêm ewlehiya de nav gelan de ye.
Mizgefta li Humisê
Di 26’ê Kanûnê de Li taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê teqînek di hundirê mizgefta Imam Elî Bin Ebî Talib ya Elewiyan de çêbû. Rêveberiya Ambulans û Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê 5 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn. Enser El sina ev bûyer girtin ser milê xwe û di esas de ew gêrêdayî çateyên DAIŞ’ê ne.






