Idrîs Henan
Piştî guhertina destê desthilatiya li Sûriyê û navê Baas kirin HTŞ, heman demê taybetmendiyên rejîma berê jî lê bar kirin. Lew re jî, bê hesab û kîtab, demildest tişta ku Esad piştî 50 salî kiriye, wan ji roja yekem ve kirin û berê xwe dan Beravê. Lê em ji bîr nekin ku paralelî qaşo hemleya rizgarkirinê, xwestin li Şehbayê li dijî koçberên Efrîn û nişteciyên Şehbayê komkujiyan pêk bînin û nasnameya xwe ya qirker di bin navê fermiyetê de îlan bikin. Lê diyar e ku terazuyên li ser erdê û hebûna hêza QSD rê neda ku ev komkujî pêk were. Yanê zemîna wê ne amade bû. Piştî ku derbasî qesrê bûn, berê xwe dan Elewiyan û li Beravê, li ber ruyê tevayî cîhanê komkujiyên giran pêk anîn. Heyama navneteweyî jî ji vê yekê re hazir bû û ti kesekî dengê xwe nekir. Elewî xapandin û çekên wan ji dest birin, çeteyên xwe jî berdanê. Ji bona ku rê li ber vê komkujiyê were girtin û şerê li Sûriyê bi guhertina Esad re were rawestandin, peymana 10 Adarê weke altirnatîfa şer hate ragihandin. Lê dem pir naçe û berê xwe didin Siwêdayê û li dijî Dirziyan komkujiyê pêk tînin. Lê Siwêda ne wek Beravê bû û derhal Îsraîl mudexele dike û piştgiriyê dide Dirziyan. Bi vî awayî jî dikevin bin sîwana parastina Îsraîlê û çeteyên Şam û Tirkiyê paş ve dikişin. Ji wê rojê û vir ve, planên qirkirina Kurdan bi serperştiya Tirkiyê datînin û li dijî hinek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û texên Kurdan li Helebê diceribandin. Bi vî awayî jî konsepta qirkirina etnîkî bi talîmatên Tirkiyê xistin meriyetê û li benda şert û mercên navneteweyî yên pêwîst bûn. Destpêkê ambargo avêtin ser taxan û makîneya dezinformasyonê dan şixulandin. Ji bo piştgiriya siyasî jî, pereyên hinek dewletên kendavê ketin dewrê û hemû informasyona xwe xistin seferberiyê ku taxan û gelên wan reş bikin, êriş û komkujiyan jî rewa bikin.
Bi hatina 6 Çileya 2026`an, civîna li Parîsê navbera Îsraîl, Sûriyê û Amerîka de hate lidarxistin. Di civînê de hikûmeta HTŞ beşek axa Sûriyê bexşî Îsraîlê kir û weke tawîz destûra qirkirina Kurdên li Helebê wergirtin. Hîç dem nedayê û hîna waliyê Tirkiyê, Şîbanî li Parîsê bû, fermana paqijiya nijadî li dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê da. Colanî hîç ji meselê derxistin û hinek hîkayeyên vir de û wê de belav kirin û bi şer û êirşan re, rojeva firotina axa Sûriyê nixumandin. Ji bona wê jî kêlî bi kêlî bi hezaran derew belav kirin û raya giştî ya Sûriyê xapandin û xwestin mesele weke şerekî pêkhateyên Sûriyê bidin xuyakirin.
Şêx Meqsûd taxeke Kurdan ya qedîm li Helebê ye. Di dirêjahiya 14 salên aloziya li Sûriyê tekane keleha li hemberî rejîma Baas û çeteyên Tirkiyê li ber xwe daye û kulek di dilê wan çêkiriye. Êirşên îro jî, êrişên intîqamê, hildana tola têkçûna DAIŞ`ê û derbikirina prosêsa aşîtiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye. Di vê wateya mezin û kûr de, armanca êrişan qirkirin û paqijkirina nijadî ye. Xwestin teslîmkariyê li ser qehremanên ku teror têkbirine ferz bikin. Lew re jî meclîsa herdu taxan biryar da û tekez kir ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin, teslîmkariyê qebûl nakin û seferberiya neteweyî ragihand. Îroj bi ruhê serferberiyê berxwedana Şêx Meqsûd li dar e û kula Tirkiyê û çeteyê Şamê kûr dike.






