Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Du taxên ku bi du welata ne

11/01/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li hember jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Bêrîtan Xalid

Heleba berxwedêr ku bi salan dijî her cûre êrişan li ser piyan ma îro di nava dorpêçê de ye, îro neyaran careke din çav berdaye wê taxan , her dixwazin çongê wî deynin , Heleba bi salan serî dijî her dagirker û desthilatan serî rakir îro birîndar e .Di sala 2012’an de berxwedaniyek bêhempa dijî çeteyên dagirker da meşandan û gelek berdêlên giran û buha da.Armanc ji wan êrişên dagirkerinê li ser gel û têk birina pergala Rêveberiya xweser bû , pergala ku bi serkêşiya jinan hat e birêvebirin . Bi salan xwestin di riya siyaseta xwe, wan taxan bifetisînin, dor li her dû taxan girtin, ew ji pêdiviyên jiyanî qut kirin , gef li wan xwarin. Jinên her dû taxan bi gotina em zarokên vê axanê û em bar nakin serî li hember êrişên berî niha bi salan û êrişên îro serî hildin. Bi kîn û şewateke ji dil dixwazin îro heyfê hilînin . Ev jî taybet piştî hilweşandina rejîma Baas ya netewperest û desthilatdariya wê ya ku 50 salan zêdetir li ser axa Sûriyê berdewam kir ku bi yek carê da bi hemû hêzên xwe yên leşkerî û saziyên xwe ve, xwe radestî komên çete yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker û HTŞ’ê kir. HTŞ’ê bajarên ku radest kiribû yek ji van bajarên kevnar û navdar bajarê Helebê bû.Em vê baş dizanin ku HTŞ’ê bajarên ku serwerî daye avakirin, bi hemû aliyan ve dide guhertin. HTŞ’ê dibêje “Alozî û gengeşeyên li tevahî Sûriyê ava bûne û dema desthiladariya rejîma Baas emê ji holê rabikin. Lê ev kiryarên niha li tevahî Sûriyê têne kirin, ji qirkirin û kuştinên ku li hemberî pêkhateyên herêmê diqewimin, piranî jî bi destê çekdarên HTŞ’ê tên kirin. Îro gefê li jiyana jinan dixwe, îro jinan bo siyaseta xwe xeter dibînin, ez niha çend mînakan bînim ziman bê çawa dixwazin navê jinan bidin ji bîr kirin , mi destpêkê got , beriya hilweşandina Rejîma Baas jî, li taxên Helebê bi taybet yên Kurd tê de jiyan dikin, Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, bi pêşengtiya jinê modela xwe ya Rêveberiya Xweser xistibûn merîyetê. Lê piştî hatina HTŞ’ê li Helebê hewildide rola jinê paşguh bik e. Zanîngehên Helebê bi perwerde, bi şêwaz û rêbazên olî tên meşandin. Di dibistana de, beşên olî hatine zêde kirin. ji ber zayenda wê, ji pirtûkên dibistanan hate rakirin. Di encamê de tê xuyakirin ku kiryarên li hemberî jinê piştî hilweşandina rejîma Baas hîn zêdetir bûn e. Ji ber ku jinê mohra xwe li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistibû û dixwazin bi wan kiryarên xwe vê yekê ji holê rakin. Dîmen û teqezkirina wan kiryaran ji aliyê welatiyan ve tê kirin. Bi jinên herêmê re cilên reş yên olî bi navê (Ebe) tê ferzkirin. HTŞ’ê û komên çete yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker hewildidin ku li Helebê hişmendiya rêxistinên di heman bîrdoziyê de Talîban û El Qaîde û DAIŞ’ê serwer bikin. Tê payin ku di erebeyan de, cihê zilam û jinê ji hev were cûdakirin.Îro li Helebê ji bilî van tiştan şerek tê kirin , şerê ku dixwazin gel ji wir bidin koçberkirin ku tenê li ger xwe nexşeya Sûrî xêz bikin .Gel û jinên herdû taxan bi yek gotinê gotin em hene û dibêjin em hene , Li hember hemû êrişan bi dil şewtî  li dijî çeteyan bi hemû rêbazan xwe xwe bi rêxistin dikin , parastina xwe û tax û zarok û gelê xwe dikin , ji cîhanê didin xwûyakirin ku bi jinan wê welat werin avakirin , wê bi jinan hişmendiyan desthilatan li holê nemîne .

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.