Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo bîranîna komkujiya parîsê û rewşa gelên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê çalakiyeke girseyî li darxistin.
Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo bîranîna komkujiya parîsê û rewşa gelên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê li pêşiya çerxereya Şehîdan çalakiyeke girseyî li darxistin. Di destpêka çalakiyê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.
Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreya Mihemed axivî û wiha got: “Di serî de em komkujiya parîsê a ku di derheqê hevala Sekîna, Fîdan û Leyla de çêbû em şermezar dikin. îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bajarê bav û kalan ku bi destên xwe ew bajar ava kirin şerê herî dijwar lê tê kirin. Em wek dayîk û malbatên şehîdan tucarî qebûl nakin ku rewşek bi vî rengî berdewam bike û bang li tevahî cîhanê dikin û ji wan dipirsin çima mafê kurdan li ser rûyê cîhanî nîne. Ev 5 rojin ku komkujî li ser herdu taxan pêktên, kesên bê guneh şehîd dikevin û birîndar dibin, gelo tu kes nîne çavê xwe li vê rastiyê vekin û bi me re bang bikin. Gelê kurd bi destê xwe dîrok nivîsandin û bi her gaveke ku tavêjin serbilindin, em hertim bi yek dest bin û bi yek dengî bang bikin jî. Jina yekem ku li kêlek Rêber Apo sekinî û sekna xwe da xuyanî kirin û serî li ber zilmê neditewand lewma li parîsê di derheqê wê de komkujî pêk anîn. Niha jî gelê kurd hebûna xwe careke din isbat dikin û li dijî sîstema qirêj li berxwedidin.”
Di berdewamiya çalakiyê de li ser navê Kongira Star a bajarê Dêrikê Zelûx Bekir axivî û wiha got: “Gelê me yê berxwedêr yên ku qebûl kirine canê xwe feda bikin ji bo axa welat û derxistina rastiyê. Em li vir komin da ku ji herkesî re isbat bikin tucarî serî li ber zilmê natewînin û em ê hertim li ser piyan bin heya ku têkoşîn û keda ku bi salan dihat kirin bi wêrekî ji cîhanê re bidin xuyanî kirin. îro di bîranîna hersên jinên qehreman de dijmin û çete dixwazin komkujiyeke din di derheqê gelê kurd de bikin û dilê bi hezaran dayîkan bişewitînin. Lê em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne û îradeya me ji hesine heya ku xwîn di laşê me de heye em ê navê xwe di dîrokê de binvîsin. Dijim dixwazin bi hemû awayî hebûna kurdan binpê bikin, lê em îro bi yek dengî ji dijmin re dibêjin her gulek tê avêtin em deha zêdetir moral jê digrin û têkoşîna me xurttir dibe. Her keçek û xortek ji me dighêje asta şehadetê bidehan keç û xort li pey şopa wane, wê hertim Serkeftin para me bê.”
Di dawiya çalakiyê de gel bang kir ku wê hertim li ser piyan bin heya ku pirojeya Netewa Demokratîk pêk were û aştî li seranserî Sûriyê belav bibe.”






