Navenda Nûçeyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd îdayên berpirsiyarê çeteyên Halebê dikin ku di bin nexweşxaneya Xalid El Fecir de tunelê şer hene û hêzên me di van tunelan de şer dikin, derewand.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd da diyarkirin ku berpirsiyarê çeteyên Halebê îddia dikin ku di bin nexweşxaneya Xalid El Fecir de tunelê şer hene û hêzên me di van tunelan de şer dikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd ev îdia red kirin û wiha got: “Em vê îdîaya çeteyan ji binî ve red dikin û em bang dikin ku heyetên bê alî yên mafê mirovan ên navnetewî werin ji nêz de rewşa nexweşxaneyê bibînin. Çete bi van îdiayan dixwazin hinceta qetliama ser sivîlên birîndar yên nexweşxaneyê, jin û zarokên li wê derê asê mane rewa nîşan bidin û ser sûcê şer ku pêk tînin, bigirin.”






