Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kerwanê gelê kantona Cizirî berê xwe didin Helebê 

10/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kerwanê gelê kantona Cizirî berê xwe didin Helebê 
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Kerwanên gelê kantona Cizîrî yên ku berê xwe dane Helebê diyar kirin ku ew ji bo banga seferberiya ku Hêza Ewlekariya Hundirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îlankirine diçin û wê bibin palpişt ji vê bangê re. 

Îro û di seatên sibehê de gelê Kantona Cizirê li Qamişlo kombûn da ku berê xwe bidin Helebê. Gelê Efrînê û Kantona Cizîrê banga seferberiyê ku Hêza Ewlekariya Hundirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine xwe berpirsyariyê pêkanîna wê bangê dîtin û berê xwe dan Helebê. Herwiha duh jî kerwanên gel ji kantona Firatê ji bo piştgiriya seferberiyê berê xwe dan Helebê.

‘Me berê xwe daye Helebê’

Şêrîn Reşîd diyar kir ku divê tevahî gelê Kurd yê li cîhanê tevlî berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin û wiha got: “Ji 6’ê Çile de êrişeke hovane ji aliyê hikumeta demkî ve li ser taxa şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê pêk hat, em jî weke gelê Efrînê yê li Kontona Cizîrê li gorî derfetê heyî hewildidin ku xwe bi gelê xwe gihînin û em xwe berpirsyar dibînin. Me berê xwe daye Helebê da ku em li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin herwiha banga me ji hemû gelê Kurd yê li Ewropa re, ji Rêxistinên mirovî û SPT re ku xwedî li vê gelî derbikevin, vê hovîtî û komkujiya di mafê gelê Kurd de tê kirin were seknandin.”

‘‘Emê bibin palpişt ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re’’

Mehsûm Hesen da zanîn ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dîrokê de hat nivîsandin û wiha pê de çû: “Em weke gelê kantona Cizirê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û ji bo em li kêleka gelê xwe bisekirin me berê xwe daye Helebê. Emê ji tevhî cîhanê re isbat bikin ku em gelê Kurd yekin û emê bibin palpişt ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re. Emê bi rêkevin û biçin Helebê û bi gelê xwe re berxwedaniyê bimeşînin, heya ku Sûriyek ewle û demokratîk çêdibe.”

‘‘Berxwedanî û êşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê tevahî Kurda ye’’

Perwîn Cemîl destnîşan kir ku ew ji wê siharê de li ser piyane û xwe amade dikin ji bo biçin piştgiriya gelê xwe

bikin û wiha got: “Komkujî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, em ji weke gelê Sûriyê vê yekê qebûlnakin, îro li Sûriyê gelê Sûrî tên tunekirin. Xwe weke berpirsyar û hikumetek Sûrî nîşan didin, lê kêleka wê gelê xwe dikujin em vê yakê qebûlnakin. Ji ber vê yekê me berê xwe daye Helebê ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin, ji ber ku êşa me yeke. Berxwedanî û êşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê tevahî Kurda ye, ez weke jinek Kurd berê xwe didim Helebê ji bo bibin piştevaniya gelê xwe.”

‘‘Çiqas dûr bi emê xwe bighînin gelê xwe’’

Şikriye Mehmûd anî ziman ku ew diçin piştgiriyê û wiha pê de çû: “Heya em saxbin û dilopek xwîn di cane me de hebe, emê piştgiriya gelê Şêzmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Li ku derê dibe, bila bibe û çiqas ji me dûr be, emê bi hewara gelê xwe re bin û emê berxwedaniyê bi wan re berdewam bikin.

‘Ji bo banaga seferberiyê’

Wijdan Elhese daxuyakirin ku ew ji bo banga seferberiya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diçin û wiha got: “Her mirovek xwedî pîvan û wijdan ji bo gelê şêxmeqsûd û Eşrefiyê divê rabin ser piyan û piştgiriya gel bike. Îro jî em li

vê derê ne û em berê xwe didin Helebê ji bo banaga gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.