Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Li Helebê bi awayekî eşkere sûcên şer tên kirin

10/01/2026
in NÛÇE
A A
KCK: Li Helebê bi awayekî eşkere sûcên şer tên kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên koordînekirin bi awayekî eşkere li Helebê sûcên şer pêk tînin û di serî de bang li Kurdan NY û YE’yê kir ku xwedî li berxwedana mirovahiyê derkevin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

Rejîma Sûriyeyê tevî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û tevlîbûna dewleta Tirk a çalak li ber çavê tevahiya cîhanê li dijî Kurdên li Helebê êrîşên qirkirinê tê pêkanîn. Sivîl, extiyar, jin û zarok tên qetilkirin. Armanca van êrîşan koçberkirina Kurdan û guhertina demografiyayê ye. Komên çete ên ku bi taybetî ji hêla rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ve tên koordînekirin nexweşxane jî di nav de warên sivîlan hedef digirin û bi çekên qedexe bombe dikin û sûcên şer pêk tînin.

Rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ji êrîşên xwe yên hevpar ên hovane re weke hincet gotina xwe ya ‘’hêzên girêdayî PKK’ê li Helebê ne û li wir şer dikin’’ nîşan didin û bi rêya vê derewa xwe propogandayê dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev yek derewek mezin e û hewl tê dayîn bi propagandayek dervî rastiyê raya giştî bixapînin. Hewl didin ji bo êrîşên xwe yên qirkirinê hincetan çêbikin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi propagandayên derewîn hem zemîna şer amade kirine û hem jî rasterast birêve birine. Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek caran dibêjin ku teqez hêzên girêdayî PKK’ê li Helebê nînin jî, Hakan Fîdan û rejîma Şamê di propagandeyên derewîn de israr dikin. Israra Hakan Fîdan û Yaşar Guler planeke sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo avakirina xwişk-biratiya Kurd-Tirk û bidestxistina çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re hatiye destpêkirin e. Dewleta Tirk weke aliyê koordînasyona şer, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan li Helebê didomîne.

Li Helebê êrîşa rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a li gel planên nû yên hevpar a li ser Kurdên ku DAÎŞ têk birine, êrîşeke duyemîn a DAÎŞ’ê ye. Wê demê jî DAÎŞ’ê xwestibû li Helebê Kurdan qetil bike û koçber bike û a niha jî li gel hincetên cuda êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman armancê tên kirin. Ji ber wê yekê divê ev êrîş weke êrîşên cîhadîst ên dewama DAÎŞ’ê û biryara Meclîsa Gel a Helebê jî weke îradeya berxwedana li dijî DAÎŞ’ê were dîtin. Gelê Kurd, li hemberî DAÎŞ û her cure komên çeteyan ên cîhadîst ev 15 sal in bedêlên mezin dane û li ber xwe daye. Ev berxwedana gelê Kurd, ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e. Divê civaka navneteweyî vê yekê bi vî rengî bizanibe, fêm bike û girêdayî vê yekê piştevaniya gelê Helebê bike û pûçkirina plana qirêj a li ser Helebê û kirina tiştên hewce erkekî exlaqî û wijdanî ye.

Piştevanî û alîkariya hemû gelê Kurd ê li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal û Ewropayê hêjayî pîrozkirinê ne. Em weke Tevgera Azadiyê berxwedana gelê me ya lehengî ya li dijî êrîşên komkujî û koçberkirina bi darê zorê yên li Helebê silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû Kurdistan wê bibe yek, her cure piştgiriyê bide û ji bo serkeftina berxwedana birûmet a li Helebê wê têkoşînê mezin bike.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye. Li Sûriyeyê hewcehiya gelan ne bi şerî û dijminahî heye hewcehiya gelan bi aşitî, xwişk-biratî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nû heye. Rollîstina hemû hêz û derdorên siyasî ya di vê çarçoveyê de wê xizmeta aşitiya herêmê bike.’’

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.