Viyan Egîd/Qamişlo
Piştî ku asta şer û pevçûnan li Sûdanê bilindbû, koçberî û windabûna mirovan jî zêde bû, bi taybetî ya ku bûye qurban jî jin e. Jinên Sûdanê ne tenê qurbaniyên şer in, lê bûne şahidên rastîn ên têkçûna civakî û aboriya welatê xwe.
Şerê dijwar yê li Sûdanê zêdetirî 2 salan e jiyana bi milyonan kesan xistiye bin tarîtiyê, lê herî zêde vî şerê xwîndar bandor li ser jinê kiriye, ji ber ku ew rû bi birçîbûn, koçberî, nebûna xizmetguzariyên bingehîn rûbirû dimînin û tundûtûjiya zayendî jî xirabtir dibe, jinên Sûdanê di encama şerê berdewam de rastî gelek trajediyan hatin, di nav de koçberî û windakirina debara malbatê. Lê belê êşa wan li wir bi dawî nabe, ji ber ku ew rastî binpêkirinên giran hatin, di nav de tecawiza Hêzên Piştgiriya Lezgîn û komên hevalbend li herêmên ku di bin kontrola wan de bûn. Tevî van zehmetiyan jî, gelek kes hemfikir in ku jinên Sûdanê roleke bingehîn di bidestxistina aştî û berpirsiyariyê de li welêt dilîzin.
Sûcên li hemberî jinên Sûdanê
Şerê ku li Sûdanê di salên dawî de derketiye holê, bandoreke pir giran li ser jiyana sivîlan, bi taybetî li ser jinan kiriye. Sûdan welatekî ye ku bi rêzekî dirêj ji şertên ne îstîkrarî, şer û pevçûnên navxweyî re dijî. Şerê dawî şertên jiyanê bi giştî xirab kiriye, lê jin bi taybetî bi gelek astengiyan re rû bi rû mane. Ev rapor armanca xwe li ser ronîkirina awayên ku şer jiyana jinan bandor kiriye hatiya hazir kirin. Li bajarên wek Xertûm, Darfur û Umdurman, jin di nav şertên ku ewlehî tê de tune ye dijîn. Tundîya cinsî, destdirêjî û zewaca bi zorê ne. Rêxistinên mafên mirovan hîn jî hişyar dikin ku gelek bûyer bi awayekî fermî nayên tomarkirin, ji ber ku qurbaniyên wê ji tirs û şertên civakî bêdeng dimînin.
Koçberî û rewşa tenduristiyê
Şer şertên ewlekariyê bi awayekî giran xera kiriye. Jin bi tundîya cinsî, destdirêjî û tacîzê re zêdetir rû bi rû dimînin. Di şertên koçberî û penaberiyê de parastina jinan pir kêm e, ku ev şertên xeternak zêde dike. Koçberî û Penaberî, gelek jin bi zarokên xwe re ji mal û welatên xwe dûr bûne. Di kampan de ni şert û mercên giran re derbas dibin. Di kampan de kêmbûna avê, xwarinê û xizmetên tenduristî jiyana wan hîn jî dijwar dike. Her wiha sîstema tenduristiyê ya Sûdanê bi awayekî mezin têk çûye. Jinên di demê zayînê de gihîştina xizmetên tenduristî nekin, ev rêjeya mirina dayikan bilind kiriye. Nexweşiyên ku bi şertên şerê ve girêdayî ne, bi taybetî di nav jinan de zêde bûne.
Perwerde
Şerê Sûdanê bi rêjeyekî mezin têkçûna jinan nîşan dide, lê pêwîst e her hêz îradeya wan derkeve pêş.pêwîst e ku nûçeyan ne tenê li ser şer û siyaseta leşkerî were çêkirin û rawestin, lê jiyana rojane ya jinan wek pîvana rastîn a qebûlbûna mirovî ya vê şerê binirxînin. Her wiha girtina dibistanan û şertên koçberî perwerdehiya jinan bi taybetî bandor kiriye. Gelek jin ji fêrgehê dûr ma ne û ewlehiya wan li ber zewaca bi zorê ye. Jin bi depresyon û stresê yên dirêjdem re dijîn
Bêdengkirina jinan û tundiya cinsî
Şerê Sûdanê ne tenê pevçûnek leşkerî ye, lê encama şertên siyasî yên dirêjdem e, têkçûna desthilatê sivil, xwestinên leşkerî û destwerdanên derve. Di vê çarçoveyê de, jin bûne qurbanên şert û mecên ku li ser wan tu kontrol tune ye, di heman demê de li ser jiyana wan biryarên giran tên standin bê ku dengê wan were bihîstin.
Jin û zarokên keç tên revandin
Darfûra li rojavayê Sûdanê, ji sala 2003’an heta niha di nava şerên ku jin êşê bikşînin de ne. Bakurê Darfûrê jî piştî artêş ji baregeha Nyala vekişiya, ji Cotmeha 2023’an heta niha di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Ev rewş binpêkirinên mafan ên li Darfûrê xirab kir. Di nava welat de kampa Zamzam ku ji bo kesên ji cihên xwebûne ava kirine, jin têkildarî binpêkirinên ku lê rast hatine de bi sedan çîrokan vedibêjin.
Rojnamevanî ya navneteweyî pir caran li ser şer wek lîstika hêzên leşkerî rawestiya û jiyana sivîlan bi taybetî ya jinan di paşperdeyê de maye. Li gorî raporên mafên microvan, tundiya cinsî ne bûyerên fermî ne, lê li hin herêman wek amûra şer tê bikaranîn. Ev şert ne tenê jinên qurban têk dibe, lê civakê bi tevahî têk dibe, ji ber ku şertên tirs û şermê dengê wan bi tevahî qut û dikujin. jinên ku di şertên şer de mezin dibin, nifşekê nû yê têkçûyî pêk tînin. Qutbûna perwerdehiyê، zewaca zû û trawma şertên wan ên pêşerojê têk diçe. Ev jî ne tenê pirsgirêka roja îro ye, lê xeter e ji bo pêşeroja Sûdanê.
Rolên jinan û berxwedan
Tevî şert û mercên zor, gelek jin di şertên şer de rolek girîng di berxwedana civakî û alîkariya mirovî de leyistin. Ew torên piştgirî çêdikin û ji bo parastina malbat û civakê di xebetin. Her wiha tevî şertên tarî, jinên Sûdanê ne bêdeng in. Hin jin rêxistinên biçûk ên civakî avakirine, hin jî bi nivîs, gotin û karê mirovî dengê civaka xwe dighînin derve. Ev berxwedaniya rojane, her çiqas biçûk xuya bikin jî, lê bingehên jiyanê diparêzin. Ji ber vê yekê pêwîst e parastina jinan di şertên şer û koçberiyê de were zêdekirin. Her weiha xizmetên tenduristî û perwerdehî bi taybetî ji bo jinan were piştgirîkirin. Di heman demê de bernameyên piştgiriya derûnî û aborî werin pêşxistin. Jinên Sûdanê ne tenê li benda alîkariyê ne, lê belê ew li benda bihîstina rastiyê ne ku her dewletek edî mafên wan bide.






