Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li bajarê Dêrikê Ciwan Hesen diyar kir ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz sazûmankarê azadî û aştiyê ye, azadiya civakî bi azadiya Rêber Apo pêkan e.
Rêberê Apo ji bo pêşî li pêvajoyeke nû veke di 27’ê Sibata 2025’an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û piştî bangê jî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê gelek gavên dîrokî avêt û bi erka xwe ya serdemê rabû. Di heman demê de peyamên Rêber Apo li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê deng veda, lê heta niha jî ji bo serxistina pêvajoyê dewleta Tirk tu gavên berbiçav neavêtine û Rêber Apo ku mîmarê pêvajoyê ye hîn di bin tecrîde de hgirtî ye.

‘PKK’ê erkê ku ket ser milê wê pêk anî’
Ciwan Hesen da zanîn ku ev nêzî salekê ye Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokrat daye destpêkirin, pêvajoyê jî gelek guhertin bi xwe re anîn û wiha got: “Di milê tevgera azadiyê de gavên dîrokî û girîng hatin avêtin, yekemîn banga Rêber Apo bû ya duyem jî sekinandina şer, li kêlek wê girûpek Gêrîla wek sembolîk çek şewitandin, di dawiyê de jî girûpekî daxuyanî dan ku xwe ji çiyayên Bakurê Kurdistanê vekişînin çiyayên Başûrê Kurdistanê. Tevgera Azadiyê erkê ku diket ser milê wê pêkanîn, niha jî pêwîst e dewleta Tirk gavan pavêje lê mixabin heya niha tu nîşanên erênî ji bo gavavêtinê nedaye û xwe bêdeng dihêle. Bi vê yekê isbat dike ku ew neqasî biryarên xwe ye û tu kes baweriya xwe bi wê nayîne. Li ser vî esasî Rêber Apo bi israre ji bo vê pêvajoyê bike xeta qanûnî û siyasî de û pirsgirêka gelê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê bikeve riya çareseriyê de û aramî û aştî belav bibe.”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’
Hesen berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Gelek pirs di serê mirov de çêbibin, dema ku pêvajo dest pê kir dewleta Tirk guhertin di axaftinên xwe de çêkir lê di piratîkê de tu gav neavêtin. Rêber Apo hîn dibin tecrîdê deye û hemû siyasetmedarên kurd di zindanan de rewşa wan nediyare. Niha jî em derbasî sala 2026’an bûn, ji vir û şûnde eger tecrîd neyê rakirin, em bi goman in wê çawa ev pêvajo birêve biçe heger gav yek alî bin. Li ser vî esasî dewleta Tirk ji bo rewşa Rêber Apo û tecrîda ku heyî gav neavêje û mafê hêviyê pêk neyîne û hemû beşên ku bi pêvajoyê ve girêdayî, ne heman nêzîkatiyê be, tê wateyê ku ev pêvajo wê neyê berdewamkirin. Di heman demê de gelê Kurd hemû xwedî yek helwestî ne ku pêwîst e tecrîd were şikandin û mafê hêviyê pêk were û Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê birêve bibe û fîzîkî di nav gel de be.”
‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrat çareseriya siberojê ye’
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li bajarê Dêrikê Ciwan Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev 27 sal in ku dewlet û dijminên gelê Kurd dixwestin ku hemû girêdanên gel bi Rêber Apo re ji holê rakin, lê heya roja îro nekarîn tu guhertinan çêbikin û gel bi hemû îradeya xwe ve li ser xeta Rêber Apo ne. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de êdî erkek û berpirsiyartiyeke deha zêdetir dikeve ser milê gelê me ku bi çalaktir xwedî li Rêber Apo û xeta şehîdan derkevin. Îro ji me tê xwestin ku em hemû bi yek helwestê di milê rêxistinî û yekîtî de xwe xurt bikin. Tê dîtin ku rojeva cîhanê bi giştî pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e, lewma piştgirtiya vê pêvajoyê erkeke li ser milê me ye. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev pêvajo bi vê îradeyê wê bi ser bikeve. Dewleta Tirk jî neçare xwe biguhere da ku welatekî demokratîk û bi hêz ava bibe.”






