Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

  Êriş bi gefa rayedarên dewleta Tirk dest pê kir

10/01/2026
in NÛÇE
A A
  Êriş bi gefa rayedarên dewleta Tirk dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ev 4 rojin bê navber ji bo qirkirina Kurdan, çeteyên dewleta Tirk êrişî du taxên Kurdan ên li Helebê dikin. Çete bi heman zihniyeta DAIŞ’ê êriş dikin û komkujiyan dikin. Balkêşe ku êriş bi gefên rayedarên dewleta Tirk destpê kirin. Bi taybet jî Hakan Fîdan, Omer Çelîk û Yaşar Guler serkêşiya ji bo şer dikin.

Ji 6’ê Çileyê ve çeteyên girêdayî Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, dijî taxên Kurdan Şêx Meqsud û Eşrefiyê êrişek mezin dane destpêkirin. Êriş ewqas dijware ku çete bi dehan tank û çekên giran derdora taxan bicihkirine û komkujiyan pêktînin.

Di êrişan de mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hatin hedefgirtin. Armanca dewleta Tirk ewe ku van taxan ji Kurdan paqij bikin, demografiyê biguherin û carek din Kurd li ser mala xwe koçber bibin.

Êriş heya vê kêliyê jî dewam dikin, li taxên Kurdan dijî çeteyan berxwedanek bê hempa tê meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî gel ber bi Helebê veketiye rê û dixwazin tevlî berxwedanê bibin.

Êriş bi gefên rayedarên Tirk destpê kirin

Gefa Bahçelî

Di 6’ê Çileyê de Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û axaftina xwe de dîsa gef li HSD’ê xwar. Bahçelî, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara entegrasyonê ya li Sûriyeyê û ev gef xwar: “Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê ku vedimîne û tê taloqkirin divê tavilê pêk. HSD û YPG daxwazên ku li ser muzakere nayên kirin dixin rojevê û bi vê yekê hewl didin ji lihevkirinê dûr bikevin. Ev yek xelet e û hedefa îstîqrar û aramiyê têk dibe. HSD û YPG’ê bi awayekî fiîlî li qadeke berfireh a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serdest e. Ev herêm ji hêla çavkaniyên binerd û sererd gelek dewlemend e. Bi taybet jî eşîrên ereb divê bêyî pêşşertan li rex rêveberiya Şamê cih bigirin.”

Devlet Bahçelî yê ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bangên aştî û biratiya Kurd û Tirkan dike, çavê xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê sor kiriye. Bivê re jî niyeta wî ya ji bo aştiya bi Kurdan re dikeve ber lêpirsînê.

Rayedarên Tirk serkêşiya êrişan dikin

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî duh ragihand ku Tirkiye piştgiriyê dide operasyona Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan.

Yaşar Guler got; “Ev operasyona, ji aliyê me ve jî bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.”

Wezareta Parastinê amadeye!

Herwiha duh jî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser êrişên hikûmeta Şamê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got; “Ewlehiya Sûriyeyê ewlehiya me ye. Eger Sûriye alîkariyê bixwaze Tirkiye dê piştgiriya pêwîst bide.”

Herwiha alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî li ser êrişan peyamek belav kir. Omer Çelîk jî zihniyeta yek dewlet, yek ax û artêşê parastin û diyar kir ku aştiya navxwe ya Sûriyeyê ji bo aştiya herêmê jî mîna “kilîta stratejîk” e û got: “Li Sûriyeyê prensîba ‘yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye’ çarçoveyek e ku maf û paşeroja her kesî diparêze.”

Hakan Fîdan ji bo Kurdan xew nake!

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ku li seranserê cîhanê ji bo dijberiya Kurdan û tinekirina destkeftiyên Kurdan kar dike, duh ragihand ku ew li bendêne Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girêdayî “Peymana 10’ê Adarê” bibe û demildest erk û berpirsyariyên xwe yên di vî warî de bi cih bînin.” Lê baş tê zanîn ku yê heya niha bi dek û dolaban nehişt peymana 10’ê adarê bikeve meriyetê dîsa Hakan Fîdan bi xwe ye.

Lê balkêşe ku di 4’ê Çileyê de ji bo Peymana 10’ê Adarê bikeve meriyetê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî, bi şandeyekê re çûbû Şamê. Tişta balkêş ewe ku danûstandinên HSD’ê ji bo Peymana 10’ê Adarê cih were têkirin, li aliyê din dewleta Tirk û rayedarên dewleta Tirk ji bo têkbirina peymanê ketine nava liv û tevgerê.

Danûstandin bi Kurdan re nakin

Dewleta Tirk a dagirker li şûna li Suriyeyê bi Kurdan re dest bi danûstandinê bike, bi çeteyan re dirûne û dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan tine bike. Bi van gefan carek din niyeta dewleta Tirk ya dagirker ya li hemberî Kurdan eşkere bû.

Mekanîka derbeyê di dewreyê de ye

Rêber Apo di pêvajoya ku ev salek e dewam dike de çend caran balkişand ser mekanîka derbeyê û şiyarî kir.

Mekanîka derbeyê weke habitus bi nav kir ku, ev tê wê wateyê di nava dewletê de ne bi şeklêk klasîk derbe bê kirin, lê yên xwedî heman hişmendiyê di nava dewletê de timî li ser kar bin, ji bo ku pêvajoyê sabote bikin kar bikin. Bi vî şeklî kontrola dewletê dixin destê xwe. Îro di nava dewleta tirk de Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Omer Çelîk serkêşiya ve mekanîkê dikin.

Bang

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bang li hêzên demokratîk û mirovî yên li Sûriyeyê û cîhanê kir ku bi gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û ji bo parastina sivîlan tev li seferberiyê bibin.

Li ser banga rêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê seferberî hatiye destpêkirin, li seranserê cîhanê jî Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê liser piyanin. Bi van gef û êrişan ewil dewleta Tirk, hêzên dagirker dixwazin di vê sedsalê de jî Kurd ji mafê wan bêpar bihêlin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.