Ayşa Silêman/ Dêrik
li kampa Roj a girêdayî bajarê Dêrikê di derbarê kiryarên dijmirovî ên ku ji aliyê Hikûmeta veguhêz ve li ser Şêxmeqasûd û Eşrefiyê pêk tên, ji bo şermezarkirina wan kiryaran daxuyaniyek dan.
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bombebarana sîstematîk û berdewam a ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî “Hikumeta demkî ya Sûriyeyê” ve, di nav de Cebhet El-Nusra û komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê, di roja pêncemîn de li pey hev li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tê kirin, şermezar dikin. Ev zêdebûna leşkerî binpêkirineke eşkere ya prensîbên zagonên mirovî ya navneteweyî ye, bi taybetî jî prensîba cudahiyê, ji ber ku êriş deverên sivîlan ên ku nifûs lê ye û saziyên xizmetguzariyê hedef digirin, rewşa mirovî xirabtir dikin û jiyana sivîlên bêguneh dixin xetereyê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bala raya giştî, civaka navneteweyî, ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî dikişîne ser wê rastiyê, ku bandorên vê bombebaranê ne tenê bi deverên hedefgirtî ve sînordar in, lê bandorên wê digihîjin aramiya kampa Roj, ku bi hezaran jin û zarokên bi çeteyên DAIŞ’ê ve girêdayî ne. Ev bombebaran beşdarî vejandina hêviyên malbatên çeteyan ji bo vegera cihê ku jê re “xîlafet” tê gotin, nemaze ji ber dîtina alên DAIŞ‘ê di nav êrişkaran de di dema bombebarana deverên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de. Vê yekê hestek derewîn a hêzê da wan malbatan û bi zêdebûna berbiçav a retorîka êrîşkar û reftarên tundrew di nav kampê de.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berdewamiya van êrişan ji bo DAIŞ’ê zemînek baş peyda dike da ku sûdê jê werbigire û ji nû ve kom bibe û ne tenê ji bo ewlehiya herêmê, lê di heman demê de ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî jî gefek rastîn çêdike. Li gorî vê yekê, em destwerdana navneteweyî ya tavil û bi bandor dixwazin da ku zextê li ser rawestandina bombebarana bêserûber a sivîlan bike û bidawîanîna rageşiya leşkerî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê were kirin. Em tekez dikin ku parastina sivîlan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li hember encamên tundrewiya bê sînor, xeta parastinê ya bingehîne ji bo ewlehiya cîhanî temsîl dike.”






