Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser derbarê hedefgirtina Nexweşxaneya Xalid Fecir li taxa Şêxmeqsûd, bangek lezgîn ji raya giştî re kir û diyar kir ku ev yek jiyana nexweş, birîndar û karmendên bijîşkî tehdîd dike.
Bangeke lezgîn ji Rêveberiya Xweser hat kirin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew hedefgirtina Nexweşxaneya Xalid Fecir weke qirkirinekê dibînin û wiha got: “Li ser bingeha tiştê ku em wekî metirsiya qirkirin û komkujiyan dibînin, di heman demê de derbarê hedefgirtina rasterast û sîstematîk a Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji roja yekem a êrişan ve, em bangek lezgîn li raya giştî ya herêmî û navneteweyî, hêzên navneteweyî, rêxistin û saziyên mirovî û mafên mirovan dikin.”
Rêveberiya Xweser wiha êşkere kir: “Berdewamiya bombebarankirina nexweşxaneyê, wekî saziyeke bijîşkî ya sivîl, tawaneke şer û binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye ku jiyana nexweşan, birîndaran û karmendên bijîşkî tehdît dike. Di heman demê de metirsiyên rastîn ên komkujiyên mirovî ji ber astengkirina xizmetên bijîşkî, derdixe holê.”
Rêveberiya Xweser tekez kir ku berdewamiya vê bombebaranê dê karesata mirovî û tenduristiyê girantir bike, mafê sivîlan ji dermankirina bijîşkî bêpar bike, hejmara qurbaniyan zêde bike û tirsê di nav gel de belav bike û wiha bidawî kir: “Ji ber vê yekê, em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku tavilê mudaxele bikin, da ku bombebaranê rawestînin, parastina tevahî ya nexweşxane û navendên bijîşkî misoger bikin û xebata bê asteng a karmendên bijîşkî garantî bikin.”






