Navenda Nûçeyan
Kerwanên Heyva Sor a Kurd ku ji kamyonên alîkariyên mirovî pêk tê, berê xwe dane taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê. Lê ji aliyê hikumeta demkî a Sûriyê ve hatin rawestandin û rê ne da derbas bibe, lê Heyva Sor a Kurd hewldanên xwe dike ku derbas bibe.
Karwana Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji 15 kamyonên mirovî û alîkariyê pêk tê, tevî tîmên bijîşkan û derman e, lê bedê ye ku rê vebe da ku derbasî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê bibe.
Karwana Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên xwe dike ku derbasî taxên Helebê bibe, lê hikumeta demkî rê nade ku derbas bibe.
ji ber hedefgirtina malên sivîlan û saziyên binghîn ên xizmetguzariyê rewşa taxên ku ev ji zêdetirî 5 meh e dorpêçkirî ne, karesetdar e, nemaze ku pêdiviyên bingehîn bi taybetî li nexweşxane û navendên tenduristiyê nemane. Herwiha ji ber vî şerê dijwar ku tê meşandin ji aliyê hikumeta demkî ve gelek kes hatin kuştin, birîdarkirin. Ji ber vê yekê Heyva Sor a Kurd bangazî kir ku derbasî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê bibe, da ku destekê bide kesên birîndar.
Lê belê Heyva Sor a Kurd hemahengî bi Wezereta Sûriyê û Xaca Sor a Nevdewletî re kir da ku derbasî her du taxan bibe, lê belê heta niha tu bersiv nedane. Herwiha niha kerwanên alîkariyê gihiştine Têrhafirê û li bendê ne ku hikumeta demkî rê veke, da ku kerwan derbas bibin.






