Navenda Nûçeyan
Komên çeteyan ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destekê dide wana, berê hemû êrişên xwe yên hovane dane ser Nexweşxaneya Xalid Fecir ku tije birîndar, jin û zarokin. Lê cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng e.
Komên çete ku ji 6’ê Çileyê ve êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê dikin, li hemberî berxwedana hêzên parastina herdu taxan xwe ranagirin, lewma bi hemû rêbazên qirêj êrişî jin, zarok, pîr û saziyên ku li gorî hemû peymanên navnetewî destdayîna wan qedexeye, dikin.
Yek ji cihên ku çete ev bi rojan e êriş dikin jî Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsud e. Di 8 û 9’ê Çileyê de komên çeteyan bi diron, tang, topan û gelek çekên giran ên cur bi cur 11 caran êrişî nexweşxaneyê kirin.
Li hundirê nexweşxaneyê derdora 70 nexweş, zarok, jin û pîr hene û jiyana wan di talukeyê de. Ji ber êrişên dijwar nexweşxane hatiye rewşa ku êdî ji xizmetê derdikeve. Di êrişan de çend endamên tenduristiyê jî şehîd bûne.
Komên çeteyan îro jî bi hemû çekên giran berê xwe daye nexweşxaneyê û hewl didin, kesên li hundir di komkujiyê re derbas bikin.
Balkêş e ku li hemberî van êrişên hovane, tevahiya saziyên mafên pirovan, tenduristiyê, hêzên herêmî û navnewetî xwe kerr û lal kiriye.






