Stêrk Mihemed/Qamişlo
Ji serê sibê de gelê Efrînê yên li Qamişlo ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qadane. Meş ji pêşiya navenda Mihemed Şêxo destpêkir û ber bi navenda Netewên Yekbûyî yê li Qamişlo rewstiya û daxuyaniyek devkî dan.
Ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê tevahî gelên Efrînê û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan û şermezarkirina ji êrişên hikumeta demkî li ser herdu taxan nîşan dan.
Îro ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dehan ji gelê Efrînê yên li Qamişlo daketin qadan û seferberiya xwe îlan kirin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Em gelê Efrînê îro daketine qadan û berê xwe daye Navenda Neteweyên Yekbûyî da ku dengê me bibhîsin. Îro gelê me û zarokên me li taxên Kurdan yên Helebê di bin tang û topan de ye. Em bang li Raya Giştî dikin ku demildest mudexele bikin û gelê me yên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji hovîtiya dewletê xilas bikin.
Gelê Kurd bi salên dirêj li Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd jiyan dikin, me di wê derê de li hember hemû hêz û hovîtiyan têkoşîn kir û li ber xwe da. Li ser wê esasê îro jî wê gelê me terka Şêxmeqsûd û Eşrefiyê neke. Ger were xwestin em ê berê xwe bidin her du taxan û em tu carî ji kesî natirsin. Ji ber ku îro di derheqê gelê Efrînê de komkujî tên pêk anîn.
Em Kurd in em serbikind in, çawa ku hêzên navnetewî Efrîn dan, lê em ê tu carî dev ji her du taxan bernedin. Li wê derê Hêzên Parastina Hundirîn heye. Bila tu kes idiya neke ku li wir QSD’e heye û em şerê wan dikin. Em bang li hemû alî û perçeyên Kurdistanê dikin ku îro bi gelê Efrînê re bibin yek. “






