Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heyva Sor a Kurd kerwanekê alikariyê ber bi Helebê ve rêkir

09/01/2026
in NÛÇE
A A
Heyva Sor a Kurd kerwanekê alikariyê ber bi Helebê ve rêkir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevya Sor a Kurd banga lezgîn a rawestandina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û vekirina korîdorên mirovî kir. Her wiha karwanekî alîkariyê ber bi Helebê ve bi rê kir.

Heyva Sor a Kurd ji ber êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine ku di encamê de gelek kes birîndar û şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Hesekê bi amadebûna endamên Heyva Sor a Kurd ve hat dayîn. Hevserokên Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Abullah û Dilgeş Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber hedefkirina malên sivîlan û saziyên binghîn ên xizmetguzariyê rewşa taxên ku ev ji zêdetirî 5 meh e dorpêçkirî ne, karesetdar e, nemaze ku pêdiviyên bingehîn bi taybetî li nexweşxane û navendên tenduristiyê nemane.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku komên êrişkar heya niha nahêle tu aliyên bijîşkî an mirovî ji bo rakirina birîndaran derbasî taxan bibin û êrişên xwe didomînin û hate gotin: “Ev yek binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ne.”

Heyva Sor a Kurd di dawiyê de bang li hemû aliyên navneteweyî û xwecih ên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin, ji bo rawestandina êrişên li dijî sivîlan bikevin tevgerê, kerîdorên mirovî yên ewle vekin. Her wiha ragihand ku eger kerîdorên mirovî werin vekirin ew amade ye derbasî taxan bidin da ku birîndaran rakin û alîkariyên mirovî derbas bikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, Hevya Sor a Kurd 15 kamyonên alîkariyê ber bi Helebê ve bi rê kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.